BI DÎMEN

Çîroka dilşewat û giran a 2 ciwanên Êzidî yên hatin rizgarkirin

Ismaîl Delef diyar kir ku hejmara kesên Êzîdî ji sala 2014'an û vir ve ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin 433 kes, lê bi rizgarkirina Diyar û Osman bûn 435 kes.

Fermana ku di 3’yê Tebaxa 2014’an li ser gelê Êzîdî hate kirin, di encama planeke berfireh de hatibû amadekirin. Di kesayeta Êzîdiyan de, li dijî doz û tevgera gelê Kurdistanê pêk hat. Dema ev ferman bi destê DAÎŞ'ê bi serê Êzîdiyan hat bi hezaran zarok, jin, ciwan, kal û pîr hatin windakirin. Ji wê salê hewildan hene da ku kesên bi destê DAÎŞ'ê hatin revandin werin dîtin û radestî malbatên wan werin kirin.

Li gorî agahiyên mala Êzîdiyan a Kantona Cizîrî ji sala 2014'an û heya roja me ya îro 435 kes ji nav DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin û radestî Mala Êzîdiyan hatine kirin. Lê bi giştî tevî kesên radestî mala Êzîdiyan nehatine kirin û ji DAÎŞ'ê rizgar bûne 3571 in. Ji wan 1211 jin in, 441 mêr in û 2019 zarok in. Heya roja îro hejmara kesên dîlgirtî yên Êzîdiyan 6317'e ne.

Her wiha di vê dema dawî de du ciwanên din ên Êzîdî hatin dîtin û bi rêya hêzên ewlekariyê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatin rizgarkirin. Navê wan jî Diyar Elî Refo û Osman Xêro ne.

Ev her du ciwan di fermana 2014'an a Şengalê hatin revandin û DAÎŞ'ê ew tevlî xwe kir. Ev her du ciwanên Êzîdî ji ber tirsa dilê xwe û hişmendiya ku DAÎŞ di serê wan de çandiye ji me re bi dîmen neaxîfîn lê me karîbû van agahiyan ji wan peyda bikin.

Diyar Elî Refo ji bajarê Şengalê ye. Ew bi temenê xwe 11 salî bû bi destê DAÎŞ hat revandin. Her wiha ew tevlî perwerdeyên DAÎŞ'ê yê şerîetê ê bûye. Ji temenê 11 saliya xwe di nav vê hişmendiyê de mezin bûye û niha temenê wî 23 sal e. Diyar bi hişmendiya DAÎŞ'ê ya bi darê zorê bandor bûye. Lê ruxmî vê yekê jî daxwaza wî ya vegera li malbatê heye. 

Osman Xêro ê ji gundê Werdiyê yê bajarê Şengalê ye. Osman jî di fermana 2014'an de hat revandin. Osman bi temanê xwe 8 salî bû dema DAÎŞ'ê ew tevlî xwe kir. Osman ji me re got, dema DAÎŞ'ê ew revand komek zarok bûn, ji wan jin û xort hebûn. Destpêkê DAÎŞ'ê koma wan birin gundê Til Afer ê Mûsilê, li wir jin û xort ji hev qut kirin. Osman da zanîn ku piştî xort ji Mûsilê derxistin yekser ew anîn Sûriyeyê. Li Bahozê bi cih bûn lê di sala 2019'an dema Bahoz hat rizgarkirin. Bi sedema êrîşan Osman di her du destên xwe de birîndar bû.

Osman diyar kir ku destpêkê DAÎŞ'ê ew yekser tevlî perwerdeya şerîet kirin. Her wiha di sala 2017'an careke din perwerdeya şerîa dîtin. Ev perwerde didîtin ji bo ku hişmendiya wan were guhertin û ji kuştina gel re hazir bin. Bandorek pir mezin li mêjiyê wan kiriye. Lê ji ber tirsa ku DAÎŞ'ê di dilê wan de çandiye pir ditirsiyan ku li ser şêwazê jiyana di nava DAÎŞ'ê biaxivin.

Hevserokê Meclisa Mala Êzîdiyan ya Kantona Cizîrê Ismaîl Delef ji ajansa me re axivî.

‘DIXWAZIN LI MALBATÊN XWE VEGERIN’

Ismaîl Delef di destpêka axaftina xwe de wiha behsa hatina Diyar û Osman kir: “Berî demekê Hêzên Ewlekariyê yên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gazî me kirin, ji bo her du ciwanên me yên Êzîdî. Wek pergale dema ciwan û jinên Êzîdî rizgar dibin, yekser radestî mala ÊzÎdiyan dibin. Ji bo ciwanê bi navê Diyar Refo ew ji aliyê Minbicê hat rizgar kirin. Dema DAÎŞ'ê Diyar revandin bi temanê xwe 11 salî bû û pir biçûk bû. Osman Xêro li aliyê Idlibê, piştî hewldanên şopandin û ewlehiyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew dîtin û ji DAÎŞ'ê rizgar kirin. Hişmendiya Diyar û Osman pir hatiye guhertin. Ji ber ku DAÎŞ'ê destpêkê wan digrin wan li ser Islama radîkal perwerde dikin. Rûxmî bi temenê xwe yê biçûk û di nav DAÎŞ de mezin bûn lê heya niha xwesteka wan heye ku li malbat û warê xwe vegerin.”

‘HÊVÎ NE KOMÎTEYEK JI BO AZADIYA ÊZÎDIYAN WERE AVAKIRIN’

Ismaîl Delef diyar kir ku piştî ketina rejîma Baas me Diyar û Osman rizgar kir, lê ji sala 2014'an ve hewildan ji bo lêgerîna Êzîdiyan heye û wiha pêde çû: “Bi fermana Şengalê re bi hezaran keç û xortên Êzîdiyan winda bûn û hey roja me ya îro tên rizgarkirin. Di vê dema dawî de jî bi taybetî piştî ketina rejîma Baas re Diyar û Osman ên ji Şengalê hatin rizgarkirin. Em bi hêvî ne ji bo azadiya her kesên Êzidî û komîteyek were avakirin.” 

‘ZAROK REVANDIN BO HIŞMENDIYA XWE DI SERÊ WAN DE BIÇÎNE’ 

Ismaîl Delef di dewama axaftina xwe de got: “DAÎŞ kesê ku ji Şengalê revandin hemû zarok bûn. Ji ber dizanin wê hişmendiya wan a qirêj di serê van zarokan de were çandin. Ji zaroktiyê ve ew fêrî kuştin, neqebûlkirin û gelek tiştên xirab kirin. Diyar ji me re digot ku dema me anîn cem xwe, destpêkê perwerdeya Şerîa dan me. Di vê perwerdeyê de ew fêrkirin ku kesê Îslamê qebûl neke divê were kuştin û serê wan were jêkirin. Bi saya Yekîniyên Parastina Jinê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ev ciwan ji bin destê wan rizgar dikin. Hêzên me ji bo parastina gel canê xwe feda kiriye. Daxwaza me jî Diyar û Osman ne rizgarên dawî bin û em hemû Êzîdiyên windayî li malbat û cihê wan vegerînin.” 

‘TÊKILÎ BI MECLÎSA ŞENGALÊ RE HEYE BO VEGERIN WARÊ XWE’

Ismaîl Delef di dewama axaftina xwe de tekez kir ku kesê di nav hişmendiya DAÎŞ'ê de mezin bibe, pir zehmete ku car din hişmendiya vî kesî/wê kesê vegere wek berê û axivî: “Pir kesên bi vî rengî ji destê DAÎŞ'ê rizgar bûne û car din vegeriyane nav DAÎŞ. Hişmendiya ku DAÎŞ'ê xwe li ser ava dike, hişmendiyek mîna madeyên hişbir e ku debara jiyana wan bêyî wê nabe. Bi Îslameke tundwerî zarokan fêr dikin ku gelê ne Misilman qetil bike. Em wek mala Êazîdiyan pir hewl didin dikin ku hişmendiyan wan biguherin û mejiyê wan paqij bikin. Her wiha di rêya meclisa me ya Şengalê jî têkiliyek çêdibe ji bo ku ev kes vegerin nav malbatên xwe da ku li jiyana xwe ya paqij vegerin.”