BI DÎMEN

Şehîdên Qereçoxê û Meha Nîsanê li Kobanê hatin bibîranîn

Şehîdên Qereçoxê yên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de 25’ê Nîsana 2017’an şehîd bûbûn û Şehîdên Meha Nîsanê li Kobanê hatin bibîranîn.

Şehîdên Qereçoxê yên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de 25’ê Nîsana 2017’an şehîd bûbûn û Şehîdên Meha Nîsanê li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê hatin bibîranîn. Gelek welatî tevlî bîranînê bûn û find vêxistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

 

Rêveberê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Qinê yê li rojavayê Kobanê Xebat Mihemed di merasîmê de axivî û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn. Mihemed got: "Em roja şehîdan pîroz dikin û bi rêzdarî Şehîdên Qereçoxê û Şehîdên Meha Nîsanê bi bîr tînin û bejna xwe li hember giyanê wan ditewînin. Em ê timî li pey xeta şehîdên xwe bin ji ber ku şehîdên me li ser raman û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirin û ji bo doz, axa xwe û gelê xwe de şehîd bûn."

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed, soza şopandina rêya şehîdan da û diyar kir ku ew ê timî li ser rêya şehîdan têkoşînê geş bikin.

Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.