SOHR: Li Humisê 3 Elewî hatin qetilkirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand k li bajarê Humisê bi çêkê êrîşî malbatekî Elewî hatiye kirin û 2 bira hatine qetilkirin. Hate ragihandin ku li nuqteyekî din jî endazayarekî Elewî hatiye qetilkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şevê din li Kolana Zîr a taxa Kerem Zeytûn a bajarê Humisê komeke çekdar ku nehat zanîn kî ne, bi ser mala şêniyekî Elewî de girt. SOHR’ê diyar kir ku çekdaran di sergirtina malê de 2 bira qetil kirin û cenazeyên wan avêtin kolanê.

Li gorî SOHR’ê, li bajarokê Kefer Aya jî yê heman bajarî cenazeyê endazayarekî Elewî yê ji gundê Şeîratê hat dîtin. Hate zanîn endazyar di kişfikirina bîran de dixebitî û piştî ku çûbû ser karê xwe agahî jê qut bûbûn.