Berxwedêrên Tişrînê bi wesîleya ‘Roja Şehîdan’ daxuyanî dan
Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku nobeta li Bendava Tişrînê dewir girtin, bi wesîleya 25’ê Nîsanê ‘Roja Şehîdan’ daxuyanî dan.
Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku nobeta li Bendava Tişrînê dewir girtin, bi wesîleya 25’ê Nîsanê ‘Roja Şehîdan’ daxuyanî dan.
Şêniyên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê ku çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê dewir girtine, bi wesîleya Roja Şehîdan (25 Nîsanê) daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ji aliyê hevserokê Nivîsgeha Rêxistinan a Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cabir Hesen ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de şehîdên çiyayê Qereçoxê hatin bibîranîn û hate gotin: "Di 25’ê Nîsanê de ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî Roja Şehîdan hatiye îlankirin, em bi serbilindî şehîdên leheng ên ku ji bo azadî û rûmeta me berdêlên giran dane, bi bîr tînin. Ji wan şehîdan jî, şehîdên komkujiya Çiyayê Qereçoxê ne. Şehîdên Qereçoxê di berxwedana li hemberî terorê di rêzên pêşîn de bûn û kevirên bingehîn ên avakirina Rêveberiya Xweser û jiyan hevbeş di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de bûn.
Bi vê boneyê em sivîlên nobedar û beşdarên berxwedana Bendava Tişrînê, diyar dikin ku hebûna me ya li vî cihî çalakî û stratejîk berdewama xeta şehîdan e, her wiha îfadeyeke rast a girêdana me bi mîrateya mezin e. Xeta şehîdên Bendava Tişrînê berdewamiyeke zindî ya berxwedanê ne."
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Berxwedana me ya sivîl a li Bendava Tişrînê berxwedana ji bo aştiyê ye, ji bo rawestandina herîka xwîna Sûriyeyan e, ji bo avakirina Sûriyeke nû ya pirrengî ye ku rûmet û mafên gelê me û pêkhateyan wê biparêze. Em ne ji bo jiyanê li vir in. Em peyama dayikên ku rûndikan li ser zarokên xwe dibarînin, hildigirin. Daxwaza me rawestandina şer û wêraniyê ye û destpêkirina pêvajoyeke rasteqîn a aştî û edaletê ye. Bi vê boneyê em soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarên rêya wan bin. Îradeya me bi hêz e û naşkê heta ku xewna Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî pêk were, ku Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û pêkhateyên din li ser bingehek wekhev bijîn, azadî werin parastin û qurbanî li wan were rêzgirtin."