Heyeta DEM Partiyê serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir
Heyeta DEM Partiyê ku ji bo tevlî 'Konferansa Helwesta Hevpar û Yekrêziyê ya li Rojava' bibin hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.
Heyeta DEM Partiyê ku ji bo tevlî 'Konferansa Helwesta Hevpar û Yekrêziyê ya li Rojava' bibin hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.
Heyeta ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç îro serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.
Heyet ji aliyê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Endamên Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de bi navê Heyeta DEM Partiyê Keskîn Bayindir axivî û got, "Konferans bûyereke dîrokî ye. Em ê bi kêfxweşiyeke mezin tevlî konferansê bibin." Bayindir destnîşan kir ku konferans wê bibe bingeha yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê.
Keskîn Bayindir got, "Gelê Kurd û Kurdistanê bûyerên diqewimin, gav bi gav dişopînin. Vê rewşê hêviyeke mezin da me."
Keskîn Bayindir diyar kir ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo bandoreke mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.
Îlham Ehmed jî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amade ye bi navê xizmeta ji gelan re her tiştî bike.