Şêniyên Kantona Firatê nobeta li Bendava Tişrînê dewr girtin

Nobeta gel a li Bendava Tişrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatiye destpêkirin didome. Şêniyên Kantoan Firatên nobeta berxwedanê dewr girtin.

Ji kantona Firatê bi sedan şênî vê sibehê bi armanca parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ber bi bendavê ve bi rê ketibû. Şênî dema gihaşt bendavê ji aliyê nobedarên ji Reqa, Dêrazor û Tebqayê ve bi coş hatin pêşwazîkirin û bi hev re nimêja înê kir.

Girseya ji kantona Firatê ku dê çalakiya nobetê ji xelkê ji Dêrazor, Tebqa û Reqayê ve dewr bigire.

Berxwedana li Bendava Tişrînê ji 8’ê Çileyê û vir ve didome.