BI DÎMEN

'Em hene û em ê her hebin'

Dayika du şehîdan Hacer ku li eniya herî pêş a berxwedana li Bendava Tişrînê ye got, "Ev berxwedan ne berxwedana yek malbatê ye, berxwedana hemû gelan e. Em ê li vir heta dawiyê li ber xwe bidin."

Ev nêzî çar meh in bênavber li bendava Tişarînê, şerekî man û nemanê tê meşandin. Li Bendava Tişrînê li gel şervanên YPJ’ê û QSD’ê ku li hemberî çeteyên SMO’yê û dagirkeriya dewleta Tirkiyê şer dikin, gelekî berxwedêr û xwedî helwest nobetê digire. Çar meh in gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê qefl bi qefl berê xwe didin bendava Tişrînê û li wê derê nobeta berxwedanê digirin û parastina bandavê dikin. Gel û şervan bi hev re di nava çar mehan de, berxwedanî meşandin û hîn jî ev têkoşîn didome.

Dayik Hacer a 55 salî ji destpêkê ve di nava berxwedanê de li bendava Tişrînê cih girt. Dayîka du şehîdan Hacer beriya niha 2 caran beşdarî nobeta bendavê bûbû. Ji gelek gelan gel tevlî berxwedana ku zêdeyî 4 meh in dewam dike, bûne. Dayik Hacer vê berxwedanê weke têkoşîna hevpar a ji bo gelên Rojhilata Navîn pênase dike. Dayik Hacer helwestên xwe bi zelalî anî ziman û got, “Ev bendav ne ye şexsekî an malbatekî ye. Ev bendav, bendava gelên Rojhilata Navîn û bi taybet a gelên li Sûriyeyê Kurd, Ereb, Çerkez, Tirkmen e.”

‘NE ÇAR MEH ÇAR SAL JÎ DERBAS BIBIN JÎ EM BENDAVA XWE BERNADIN’

Dayika Hacer, bi îsrar û biryardariyeke mezin tîne ziman ku çiqas dem derbas bibe jî ew ê bê guman li rex şervan û berxwedêran cihê xwe bigrin û wê gavan paşve neavêjin. Dayik Hacer, diyar kir ku divê hemû cîhan bizane ku gelê Kurd kiye û gihaye çi astê û wiha domand, “Ji kuştin, talan û ji zordariyê re Bese. Me êrîş kesî nekiriye, lê rojane dijmin me neçar dike em koç bikin. Em hene em ê xwe biparêzin, em hene em ê bendava xwe biparêzin û em ê xwedî li destketiyên xwe derbikevin.”

Dayik Hacer, di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê vê berxwedanê bi serketinê tacîdar bikin û got, “Em bi milyonan hene. Îro ev gel xwedî YPJ û QSD’ê ne. Ji ber zarokên me ne em ê kêlî bi kêlî li kêleka wan bin. Me bi ramanên Rêber Apo çavên xwe vekirine, ji ber vê em dev ji doza xwe bernadin. Li gel ku dewlet xwedî li gotina xwe dernakevin û şer ranawestînin, em jî dibêjin em bi kuştinê naqedin. Em hene û em ê her hebin.”