Bal li ser Konferansa Kurd a li Rojava ye

Konferansa yekrêzî û helwesta hevpar ku bi salan e di rojeva Kurdan de ye dawiya dawî roja Şemiyê li Qamişloyê pêk tê. Tê payin ku bi sedan kes beşdarî konferansê bibin. Bala çapemeniyê jî li ser konferansê ye.

Konferans bi navê "Helwesta Hevpar û Yekrêziya Rojavayê Kurdistanê" tê lidarxistin.

Li gorî Komîteya Amadekar wê zêdeyî 400 kes tevlî bibin.

Di serî de partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojava, rêxistinên jin û ciwanan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, oldar û rûspiyên civakê, her wiha kesayetên Kurd ên ji Şam, Heleb, Hama, Bab û Ezazê jî wê beşdar bibin.

Ji Başûr û Bakurê Kurdistanê jî wê nûnerên partiyên siyasî beşdarî konferansê bibin. Her wiha ji Rojhilatê Kurdistanê û derveyî welat jî wê peyam bêne dayin.

Ji zêdeyî 60 saziyên çapemenî û weşanê nêzî 200 rojnamevan wê konferansê bişopînin.

Konferans wê 26'ê Nîsanê saet di 10:00 de bi hilbijartina dîwanê destpê bike.

Axaftina destpêkê jî wê ji aliyê Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ve bê kirin.

Piştî xwendina peyaman û axaftina mêvanan konferans wê li çapemeniyê girtî dewam bike.

Di beşa girtî ya konferansê de wê pêşnûmeya li ser helwesta hevpar û yekîtiyê ya berê ji aliyê partî, rêxistin û kesayeta ve hatiye amadekirin bê nirxandin û rengê wê yê dawî bê dayin û pejirandin.

Dawiya rojê jî encamên konferansê wê bi encamnameyê ji raya giştî re bêne ragihandin.