Mismarî: DAÎŞ'iyên şandin Lîbyayê niha li Efrîkayê belav bûne

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Mismarî diyar kir, ji çeteyên ku Tirkiyeyê ji Sûriyeyê şand Lîbyayê 350 jê DAÎŞ'î, 1500 heta 2000 jê jî endamên El Nûsrayê ne. Mismarî got, DAÎŞ'î ji bo xwe bi rêxistin bikin li bakurê Efrîkayê belav bûne.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya General Xelîfe Hefter, Ahmed Mismarî tevlî bernameya Mal Hades a Ronahî TV bû û bersiv da pirsên Cîhad Roj. Mismarî li ser karên dewleta Tirk ên li Lîbyayê agahiyên girîng parve kir.

Mismarî anî ziman, ku piraniya çeteyên dewleta Tirk ji Sûriyeyê şand Lîbyayê ji endamên DAÎŞ û El Nûsrayê pêk tên û hin ji wan çeteyan ji bo DAÎŞ'ê ji nû ve ava bikin li bakurê Efrîkayê belav bûne.

Mismarî ragihand, dewleta Tirk bi çeteyên xwe li Lîbyayê hem hiqûqa navneteweyî hem jî agirbest binpê kiriye û got, "Dewleta Tirk û çete li Lîbyayê rojane herî kêm 30 carî agirbestê binpê dikin. Em ji 13'ê Sibatê ve li gorî agirbestê tevdigerin. Lê belê dema ku êriş li dijî me bê kirin jî em neçar dimînin ku mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin."

ERDOGAN NAXWAZE PAŞVE GAVÊ BIAVÊJE

Mismarî got, "Erdogan zane ku dema li Lîbyayê têk çû wê li Sûriyeyê jî têk biçe, ev yek wê bandorê li siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê jî bike, lewma paşve gavê neavêje" û diyar kir, "Dewleta Tirk agirbest û çareseriyeke siyasî ya gengaz timî têk dibe. Erdogan bi tena serê xwe nikare têbikoşe, ji ber vê yekê bi rêya çeteyan bi piştgiriya DYE'yê hewl dide dest li Lîbyayê werde."

'DIVÊ EM RÊ NEDIN DAGIRKERIYA TIRKAN'

Mismarî ragihand ku Fayyîz Sarrac ê pişta xwe dispêre dewleta Tirk, bingehê ji dewleta Tirk re amade dike ku Lîbyayê dagir bike û got, "Yê ku bû sedem ku dewleta Tirk çav berde xaka Lîbyayê û dagir bike Sarrac e. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk divê em li her cihî têbikoşin. Divê em rê nedin dagirkeriya Tirkan. Ji bo vê jî têkoşîneke hevpar divê."

'ÇETEYÊN ŞANDIN LÎBYAYÊ GEFEKE MEZIN E LI SER EFRÎKA Û EWROPAYÊ'

Mismarî ji Efrîka û Ewropayê xwest ku piştgiriya têkoşîna wan bikin û got, "Ji ber ku endamên DAÎŞ'ê yên ku dewleta Tirk ew anîne Lîbyayê, gefeke mezin e li ser Efrîka û Ewropayê. Em baş bi planên Erdogan zanin. Erdogan ji bo li qada navneteweyî bibe xwedî gotin, bi rêya komên çete destê xwe dirêjî gelek herêman dike."

'YEKÎTIYA EFRÎKAYÊ ROL NEDA SER MILÊ XWE'

Ji bo pirsa "Ji bo Lîbyayê gelo dibe ku koalîsyoneke navneteweyî ya ku welatên Efrîkayê jî di nav de be bê avakirin?" Mismarî got, "Bi rastî jî pirseke girîng e. Yekîtiya Efrîka di mijara Lîbyayê de sala 2011'an li derve hate hiştin. Heta niha rolek nedaye ser milê xwe. Zehmet dixuye ku ji niha û pê ve rolekê bide ser milê xwe. Lê belê ji bo şerê ji sal a2014'an ve bi çareseriyeke siyasî bi dawî bibe divê hêzên navneteweyî roleke çêker bidin ser milê xwe."

'TIRKIYE HÎN JÎ ÇEKAN DIŞÎNE LÎBYAYÊ'

Mismarî bal kişand ser Mûtabaqata Qadên Erka Deryayî ya navbera rejîma Erdogan û hikumeta Fayyîz Sarrac hate îmzekirin û diyar kir ku ev korîdora bi rêya deryayê hate vekirin korîdora veguhastina çek û cebilxaneyan e ji bo Lîbyayê. Mismarî got, "Bi rêya deryayî ya navbera Enqere û Trablûsê rojane çete, çek û cebilxane ber bi Lîbyayê ve tên veguhastin. Her wiha di encama lêkolîn û karê me yê şopandinê de em zanin ku Erdogan hîn jî gelek çeteyan dişîne herêmê."

'4 HEZAR Û 800 ÇETE ŞAND LÎBYAYÊ'

Mismarî got, "Dewleta Tirk 4 hezar û 800 çete ji Sûriyeyê şand Trablûsê. Em zanin ku gelek çeteyên ji Sûriyeyê hatin şandin hatin kuştin."

'DAÎŞ'Î LI BAKURÊ EFRÎKAYÊ XWE JI NÛ VE BIRÊXISTIN DIKIN'

Ji bo pirsa "Hûn zanin ku çeteyên şandine Lîbyayê kî ne?" Mismarî got, "Li gorî agahiyên ku di Kanûna 2019'an de gihîştin ber destê me, ji çeteyên ku dewleta Tirk şand Lîbyayê 350 jê DAÎŞ'î ne. Em zanin ku hin ji van çeteyan li bakurê Efrîkayê belav bûn û rêxistinên çete yên tundrew mîna Boko Haram bi rêxistin kirin. Her wiha 1500 heta 2000 çete jî endamên El Nûsra û Ehrar El Şam in. Em zanin ku dewleta Tirk ji bo karibin van çeteyan bişînin Lîbyayê pereyekî zêde dabû rêxistinên ku ev çete pê ve girêdayî ne."

'ERDOGAN Û SARRAC JI DERBASKIRINA ÇETEYAN BERPIRSYAR IN'

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê herî dawî got, "Beşek ji çeteyên şandin Lîbyayê hema bêjin bi rengekî fermî derbasî Ewropayê hatin kirin. Ji Trablûsê bi rêya hikumeta Sarrac derbas bûn. Di derbaskirina van çeteyan de berpirsyariya Lîbyayê nîne, berpirsyariya Sarrac û Erdogan heye."