Mexdûrên êrîşa nîjadperestî wê neyên dersînorkirin

Li Elmanyayê êrîşên nîjadperestî yên li dijî penaberan zêde dibin. Piştî eyaleta Brandenbûrgê, Wezareta Karên Hundir a Berlînê jî ragihand, ku ew ê penaberên mexdûrên êrîşa nîjadperestî dersînor nekin.

Senatorê Wezareta Karên Hundir a Eyaleta Berlînê Andreas Geîsel ji rojnameya Tagesspîegelê re axivî û nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên nîjadperestî da. Geîsel da xuyakirin, ku yên dibêjin 'ji bo qewirandina penaberan divê êrîş li wan bê kirin" xwe dixapînin û got, "Yên ku şîdeta rastgirên tund li wan tê kirin, wê du caran bê parastin. Wê neyên dersînorkirin."

Senatorê Karên Hundir diyar kir, ew niha lêkolîn dikin bê mîna li eyaleta Brandenbûrgê dikarin vê biryarê bi fermanmayekê ewle bikin yan na. Senator destnîşan kir, penaberên mexdûr wê werin parastin.

Li dijî êrîşên rastgirên tund, ku bi taybetî li eyaletên rojhilatê Elmanyayê li dijî penaberan rû da bûn, gava destpêkê ji aliyê eyaleta Brandenbûrgê ve hatibû avêtin. Di meha bihurî de eyaleta Brandenbûrgê fermannameyek weşandibû û biryarên li ser dersînorkirina penaberên êrîş li wan hatiye kirin, heta lêpirsîn û doza cezakirina êrîşê biqede, bên rawestandin.

Di fermannameyê de ji Polîsê Biyaniyan dihat xwestin, ku di vê mijarê de erka xwe bi kar bînin û biryarên li ser penaberên êrîş li wan hatine kirin, di vê çarçoveyê de bixin meriyetê.

Li eyaleta Brandenbûrgê, di sala 2015'an de 1.581 êrîşên 'rastgiran' hatibûn kirin û ev hejmar li gorî sala 2014'an bi çar qatan zêde bû bû.