Malbatên Roboskî carek din li ser goristanê bûn

Malbatên Roboskî carek din li ser goristanê bûn

Malbatên Roboskî di 104. hefteya komkujiyê de carek din li ser goristana Roboskî civiyan û banga edaletê kirin. 

Malbatên ku ji roja komkujî pêk hatiye heya îro bi kincên reş in, carek din rahiştin wêneyên zarokên xwe û hatin goristanê. Dayikên ku yek bi yek qeşa û heriya ser goran paqij kir, bi zarokên xwe re sohbet kirin. Garîbe Urek a dergistiya Adem Ant wek sala borî carek din ji Stenbolê hat Roboskî û rondikên çava li ser gora dergistiyê xwe barand. Piştî demekê malbat kombûn û daxwuyanî hat xwendin. Li ser navê malbata Hîkmet Alma ku birayê xwe Nadîr Alma di komkujiyê de wenda kiribû axifî. Alma diyar kir ku carek din ew li ser goristana zarokên xwe ne û wiha got: Ev 729 roj derbas bû hê jî edaleta ker û lal nehatiye Roboskî. Ev yek baweriya me ya li edaletê her diçe kêm dike. Dayikên me yên di dema qetlîamê de bi hemle bûn û hevjînê xwe winda kirin zarokên xwe anîn dinê û ew zarok bi piya ketin. Lê mixabin hê edalet bihûstek jî pêş neçûye. Hûn ji bo ser komkujiyê bigirin bêyî ku şerm bikin bixebitin lê em jî ji bo kujer bên darizandin bê navber em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Alma daxwuyand ku ew dikevin duyemîn salvegera komkujiyê û wiha pêl da axaftina xwe: “Ligel em kujeran û yên emrê komkujiyê daye dizanin jî carek din em ê bêjîn kî ev emir da. Bi dostên ku heya îro me bi tenê nehîştine dê di 28’ê Kanûnê de dengê me gurtir derkeve.” Alma di dawiya axaftina xwe de wiha bang li Serokwezîr Erdogan kir: “Ey Erdogan her ku desthilatdariya te ketiye talûkê tu dibêjî pêvajo dê bi lez berdewam bike. Heya îro ji ber te yek soza daye neaniye cih em bi guman in. Ji bo em ji te bawer bikin divê tu failên komkujiyê derxînî, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan serbest berdî, rehîneyên di girtîgehan de berdî, zimanê dayikê bixî makeqanûnê û cerdevaniyê ji holê rakî. Heke na baweriya me bi te nayê.”

Alma bang li hemû kesê xwedî wijdan kir ku di roja salvegerê de dengê xwe bi dengê wan re bikin yek û werin Roboskî.