BI DÎMEN

Li Toronto çalakiya piştevaniya bi Rojava re

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Toronto yê Kanadayê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî lidarxistin û li dijî faşîzmê banga yekîtiyê kirin.

Li herêma Keele-Wilson a bajarê Toronto yê Kanadayê Kurd û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li dijî Rojava û gelê Kurd bi tundî şermezarkirin.

Di çalakiyê de girseya gel bê navber dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Beşdaran bi hilgirtina posterên Rêber Apo û alên ku sembola şoreşa Rojava ne, li dijî faşîzmê banga yekîtiyê kirin.

‘ROJAVA BERXWEDANA MIROVAHIYÊ YE’

Di axaftinên li çalakiyê de hat destnîşankirin ku Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahiyê jî sembola azadî û berxwedanê ye. Qisekeran diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker aştî û demokrasiya herêmê dike hedef.

Di daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Kurd a Kanadayê de wiha hate gotin:“Em îro li vir diqîrin ku em li cem gelê Rojava ne. Dewleta Tirk û çeteyên wî wê nikaribin vîna gelê Kurd bişkînin. Berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye. Gelê me ji bo azadî û rûmeta xwe li ber xwe da; Em jî li vir bibin deng û hêza wan.”

BANGA PIŞTGIRIYÊ YA NAVNETEWEYÎ HATE KIRIN

Di çalakiyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava bikevin nava liv û tevgerê. Bi taybetî ji hikûmeta Kanadayê hat xwestin ku li dijî dewleta Tirk mueyîdeyan bisepîne û rêzê li mafên gelê Kurd bigire.

Beşdaran careke din diyar kirin ku heta ew êrîş bisekînin ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Çalakî bi coş û biryardariyeke mezin bi dawî bû.