Saziyên Neteweyên Yekbûyî têkildarî geşedanên li Heleb û derdora wê daxuyaniyek dan. Berdevkê Komîsertiya Bilind a Mafê Mirovan a NY’ê Jeremy Laurence li Ofîsa Cenevreyê civîneke çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê.
‘BI DEHAN SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DANE’
Berdevkê Komîsertiya Bilind a Mafê Mirovan a NY’ê Jeremy Laurence da zanîn ku di encama êrîşên dagirkeriyê yên ji aliyê çeteya Hayati Tahrir el-Şam (HTŞ) û çeteyên ku dewleta Tirk destekê dide wan hatine destpêkirin de zirareke mezin gihaye welatiyên sivîl û ev yek anîn ziman: ‘’Ofîsa me teqez kir ku ji ber êrîşan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane ku gelek ji wan jî jin û zarok in. Di pevçûnan de tesîsên tenduristiyê, saziyên perwerdeyê, bazarên xidayê û qadên jiyana sivîlan zirarên mezin dibînin.’’
‘DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BI ERKÊN XWE RABIN’
Laurence anî ziman ku bi ji ber êrîşên çeteyan bi deh hezaran kesên din koçber bûne û got: ‘’Alikariyên pêwîst nagihêjin herêmê. Em beng li hemû aliyan dikin ku sivîlan biparêzin û rê li ber alikariyên hewce vekin. Her wiha em bang li hêzên navneteweyî jî dikin li hemberî geşadanên berbehs hesas tevbigerin û ji bo pêşîlêgirtina zedebûna rageşiya li herêmê ya ji dest tê bikin. Divê sivîl û binesaziyên sivîl werin parastin.’’
PINHEIRO: DIVÊ HOVÎTÎ DUBARE NEBE
Daxuyaniyek din jî ji aliyê Serokê Komîsyona Lêkolîna Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî ya NY’ê Paulo Sergio Pinheiro ve hate dayîn û Pinheiro hişyarî da ku divê hovîtîya salên borî dubare nebe û bang kir ku divê sivîl, mafên mirovan û Peymana Cenevreyê werin parastin.
Pinheiro bi bîr xist ku komên çeteyan yên di pêşengtiya Hayat-i Tahrir el-Şam (HTŞ) de bajarê Helebê bi dest xustine û got: ‘’Li gorî agahiyên ku ji herêmê tên metirsî heye ku pevçûnên li herê zêdetir bibin.’’
Pinheiro da zanîn ku di pevçûnan de sivîl tên hedefgirtin û got: ‘’Komîsyona Lêkolînê ji nêz ve miameleya li hemberî sivîlan dişopîne. Artêşa Sûriyeyê ya Neteweyî (OSO) herêmên ku Kurd lê dijîn bi dest xistine li bakurê Helebê jî rewş ne aram e.’’
PEDERSEN: GER TEDBÎR NEYÊN GIRTIN WÊ KRIZ KÛRTIR BIBE
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen agahî dan endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û hişyarî da ku ger pêşî li pevçûnan neyê girtin wêkrîza li herêmê kûrtir bibe.
‘DIVÊ DI NAVBERA ALIYAN DE TEAHÛDEKE SIYASÎ HEBE’
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen bang kir ku divê pêşî li rageşiyên li Sûriyeyê bên girtin û got: ‘’Ez bang li hemû aliyên li herêmê dikim ku bila li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin û parastina sivîl û binesaziya sivîlan bikin. Divê di navbera Sûrîyeyî û aktorên navneteweyî de teahûde siyasî ya cidî hebe. Ev yek ji bo Sûriyeyê gelekî girîng e.’’
‘SÛRIYE BI HILWEŞÎNÊ RE RÛ BI RÛ YE’
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen da zanînku li ser telefonê li gel aliyên li Sûriyeyê û aktorên navneteweyî hevdîtin pêk anîne û ragihand ku di rojên pêş de ji bo lidarxistina hin civînan ew ê derbasî herêmê bibe û got: ‘’Çareseriyeke leşkerî ya van pevçûnan tune ye. Ger rageşiyên heyî kêm nebe û ber bi pêvajoyeke siyasî neçe, wê krîza heyî kûrtir bibe. Wê Sûriye bi perçebûna zêdetir û bi takûkeya hilweşînê re rû bi rû bimîne.’’