DÎDF’ê bang li hikumeta Elmanyayê kir ku piştevaniya xwe ya ji bo Erdogan qut bike

DÎDF’ê bertek nîşanî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û bang li Elmanya û welatên Ewropayê kir ku her curê alîkariya leşkerî, aborî û siyasî ya ji bo Edogan rawestînin.

Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Elmanyayê hinardeya çekan a ji bo Tirkiyeyê bêyî navber dewam dike.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewama DAÎŞ’ê ya li Sûriyeyê HTŞ (Heyet Tahrir el-Şam) û Artêşa Neteweyî ya Sûriye (SMO) ku Tirkiye û perwerde kir û mûçe dide, êrîşî duyemîn bajarê herî mezin ê welêt Helebê kirin ku ji aliyê rejîma Esadê ve tê kontrolkirin û di asteke mezin de bi dest xist. Tê diyarkirin ku di rêzê de bajarê Hama ku çaremîn bajarê herî mezin ê welêt e heye.

Dinya elem dizane ku li pişt van komên cîhadîst ku armanc dikin destkeftiyên demokratîk ên Kurdan tune bikin, Tirkiye, DYE, YE û welatên kendavê hene. Nûnerên van welatan jî di daxuyaniyên xwe de li şûna ku komên cîhadîst rawestînin, gef li rejîma Sûriye dixwin. Armanca wan ew e ku li ser rêxistinên terorê ji bo ku herêmê ji nû ve dizayn bikin guhertina rejîmê ku berê li Sûriyeyê pêk nehat, pêk bînin.

Ji ber vê yekê di serî de Kurd, Êzidî, Xiristiyan û pêkhateyên qewmî yên din di bin gefekî mezin de ne. Eşkere ye ku eger terorîstên Îslamî yên Radîkal Sûriyeyê bi dest bixin, wê li herêmê komkujiyên mezin bikin û bi sedan mirovan ji cihê wan bikin.

Dewleta Tirk û Erdogan ku aktorê herî girîng ên van bûyeran in ku herêmê careke din ber bi karesatê ve dibin, helbet vê hêzê ji NATO, DYE û Elmanyayê digre. Di daxuyaniyên ji aliyê Elmanyayê tên dayîn de li gel ku daxwaz tê kirin ku pevçûn û alozî demildest were rawestandin û çareseriya siyasî bê dîtin jî qala mitefiqê nêzik Erdogan nayê kirin. Serokwezîr Olaf Scholz di demek nêzik de çû Tirkiyeyê, ji bo dayîna 40 balafirên şer ên Eurofighter rê da. Dîsa li Elmanyayê hinardeya çekan a ji bo Tirkiyeyê bêyî navber dewam dike.

Rêya kêmkirina rageşiya herêmê ji qutkirina her curê piştevaniyê ya ji bo Erdogan ku ji bo Kurd û gelên din ên herêmê gefekî mezin e, derbas dibe. Divê Tirkiye demildest leşkerên xwe yên Sûriye vekişîne û dawî li piştgiriya ji bo komên cîhadîst  bîne. Bi vê yekê re di serî de Elmanya divê welatên Ewropayê her curê alîkariya leşkerî, aborî û siyasî rawestîne.

Em bang li raya giştî ya Elmanyayê dikin ku li hemberî rewşa heyî ya li herêmê bêdeng nemînin, zextê li Hikumeta Federal bikin ku demildest piştevaniya leşkerî ya ji bo Erdogan rawestîne.”