Li Kopenhag û Helsinkiyê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Li Kopenhag û Helsinkiyê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bi çalakiyan hatin protestokirin.
Li Kopenhag û Helsinkiyê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bi çalakiyan hatin protestokirin.
Kurdistaniyan û dostên wan ên li paytexta Danimarkayê Kopenhagê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê li ber Parlamentoya Danimarkayê bi daxuyaniyekê protesto kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca wan destkeftiyên gelê Kurd e. Heval Firat anî ziman ku armanca herî mezin a stratejîk a dewleta faşîst dagirkirina Rojavayê, bi tevahî guhertina demografiyê û jihplêrakirina hemû destkeftiyên Kurdan e. Firat anî ziman ku bi Şoreşa Rojavayê pergala baviksalar hilweşiya û bi rola jinan rêveberiyeke demokratîk û gelparêz ku ji bo hemû gelên herêmê giring e hat avakirin. Firat bang li her kesî kir ku xwedî Rojava derkevin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Danîmarkayê Pelle Dragsted peyamek şand û Berdevkê Partiya Gel a Sosyalîst axaftinek kir. Her duyan jî êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. Her wiha banga welatên garantor hate kirin ku tevî banga derketina lezgîn ya ji Rojava berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Axafvanan diyar kir ku şertê bihevrejiyana azad û wekhev li Sûriye û Rojava tenê bi aşîtiyeke birûmet pêkan e.
Li ser navê PYD’ê Bave Husên û li navê Xweserî Danimarkayê jî Alan axivî û diyar kirin ku plana Erdoganê faşîst dagirkirina Rojava, jiholêrakirina Kurdan û bi tevahî guhertina avaniya demografîk e û got: “Nabe ku Kurd bêalî bimînin, divê li hemû qadên jiyanê têkoşînê bide û xwedî li Rojava derkeve.”
Girseyê gelek caran bi dirûşmeyên “Bimire faşîzma Tirk”, “Bijî berxwedana Rojavayê”, “Bimire Erdogan”, “Piştgiriya hevgirtina navneteweyî bike” nerazîbûna xwe anî ziman.
HELSINKI
Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê bi pêşengiya NCDK’ê bi boneya piştevaniya bi berxwedana Rojava re çalakî hat lidarxistin. Gelek Kurd û dostên xwe tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê girseyê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de banga piştevaniya bi berxwedana gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatin protestokirin.
Di çalakiyê de berdevkê Ciwanên Çepgir jî axaftinek kir. Piştre dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” hatin berz kirin.
Çalakî bi dirûşme û stranên şoreşgerî heta demeke dirêj dewam kir.