Li sê bajaran banga piştevaniya bi Rojava re hate kirin
Li sê bajaran êrîşên li hemberî Rojava hatin protestokirin û banga piştevaniya bi Rojava re hate kirin.
Li sê bajaran êrîşên li hemberî Rojava hatin protestokirin û banga piştevaniya bi Rojava re hate kirin.
Bertekên li dijî êrişên Tirkiye û komên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrîş îro jî li gelek bajaran hatin protesto kirin.
XARPÊT
Li ber Garaja Xozat a Xarpêtê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DEM Partî ya Xarpêtê Songul Cengîz da zanîn ku êrîşên li hemberî herêmên Halep, Tel Rifat û Şehbayê sûcên mirovahiyê ne û wiha got: “Bi dehezaran kesên ji dagirkirina komên HTŞ û SMO direvin, li herêmên bi cih dibin hedef tên girtin û ev rê li ber karasetan vedike. Ev êrîşên bi piştgiriya deshtilatdariyê pêk tên îradeya jiyanê ya ji bo aştiyê tune dike. Yên pişta xwe dane çeteyan wê li dijî berxwedana demokratîk a gelan têk biçe. Em banga piştevaniyê li hemû kesî dikin.”
HATAY
Li Hatayê Platforma Ked û Demorkasiyê ya Samandagê li Qada Abdullah Comert daxuyanî da. Li ser navê platformê Çala Cemalî axivî û da zanîn ku di navbera gelên Rojhiata Navîn de dijminahî tê afirandin û pêkanînên emperyalîst xistine dewrê. Çagla Cemalî li dijî êrîşan banga mezinkirina têkoşînê û tevgerê li gelan kir.
Bi banga Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antakyayê jî li pêşiya Dibistana Navîn a Sevsen Nevzat Şahîn daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê ÎHD’a Hatayê Mursel Tonguç Salmanoglu ve hat xwendin.
ANTALYA
Rêxistina DEM Partî ya Antalyayê jî ber avahiyê daxuyaniyek da. Hevserokê navçeya Muratpaşa Azîz Alkan axivî û da zanîn ku bi êrîşên dagikirinê tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin hedef. Azîz Alkan da xuyakirin ku gelê Kurd wê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û banga piştevaniya bi gelê Rojavayê re kir.