Heyva Sor ji bo Rojava banga alîkariya lezgîn kir

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bi hezaran koçberên Efrîn û Helebê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve, neçar man koç bikin banga alîkariya lezgîn kir.

Heyva Sor a Kurdistanê, têkildarê êrîşên dawî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî bajarê Helebê, herêma Şehba û Til Rifatê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bi hezaran koçberên Efrîn û Helebê yên duh derbasî bajarê Tebqa û Kantona Reqayê bûn, banga alîkariya lezgîn kir.

Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê bi vî rengî ye:

“27’ê Mijdara 2024’an komên tûndrew bi desteka dewleta Tirk êrişî yek ji bajarên mezin ên Sûriyê Helebê kirin.

Dewleta Tirk ku sala 2018’an bajarê Kurdan Efrîn dagir kiribû û bi sedhezaran Kurdên Efrînê koçberî hêreme Şehbayê kiribû, ji aloziyên heyî xwest sûdê bigre û plana xwe a qirkirina Kurdên Rojava temam bike.

Di rewşeke wiha ya xeternak de, Rêveberiya Xweser a Rojava bi awayekî lezgîn biryar da ku gelê li Şehbayê yê ji ber dorpêça leşkerên Tirk û komên tûndrew asê mayî, veguhezîne deverên bi ewle.

Ev biryar her çendî rê li pêş pêleke mezin a koçberiyê veke jî, di heman demê de hewldana qirkirina bi deh hezaran kesî asteng kir. Bê guman ev pêvajoya bi êş wê bibe sedema gelek azaran, lewma di van şertên dijwar ên zivistanê de, wê bi deh hezaran zarok, jin, pîr û kal ji cih û warên xwe bibin.

Saziya me ya alikariyê ya li Rojava Heyva Sor a Kurd ( @HeyvaKurd ) ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan, bicihkirina wan li cihên ewle û pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê xebatên xwe didomîne.

Ji ber van sedeman, em weke Heyva Sor a Kurdistanê bi awayekî lezgîn bang li mirovahiyê dikin ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî xelkê Rojava bikin.

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
Kreissparkasse Koln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
Armanca Alîkariyê: Rojava
PayPal: mailto:[email protected]
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike.)”