Malbatên mexdûrên komkujiya Berlînê dikarin dozê li dewletê vekin

Malbatên 12 kesên li paytexta Elmanya Berlînê di komkujiya DAIŞ'ê ya 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan, amadekariyan dikin ku tazmînatê ji dewletê bixwazin.

Malbatên mirovên di komkujiya bi TIR'ê de jiyana xwe ji dest dan û mirovên zerar dîtin, ji bo tazmînatê ketin nava tevgerê.

Ji parêzerên mexdûran Andreas Schûlz bang li hikûmeta Elman kir, ku bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û mirovên birîndar bûne re yekser têkiliyê deynin û li ser tazmînatê bi wan re baxive.

Tê payîn ku hikûmeta Elman hewl bide yekser tazmînatê bide malbatên mexdûr. Tevî vê yekê jî tê gotin, ji ber ku hikûmetê nekarî pêşî li komkujiyê bigire, doz lê bê vekirin.

Çeteyê DAIŞ'ê Anîs Amrî yê ji Tûnisê, roja 19'ê Kanûna 2016'an ajokarekî TIR'ê yê polonyayî kuştibû û piştre bi vê qeymonê dabû nava şahiyeke Noelê ya li Breîtscheîdplatzê. Amrî piştî ku 12 kes li vir kuşt, di ser Hollanda, Belçîka û Fransayê re xwe gihandibû Îtalyayê.

Amrî, di sibeha 23'ê Kanûnê de li cihekî nêzî bajarê Mîlano yê Îtalyayê, di dema kontrola nasnameyê de gule berda bû polîsan û li vir ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.

Ji ber ku nekarî pêşî li komkujiyê were girtin û bi derengî nasnameya Amrî hat tepsîtkirin, ku ev yek weke sedema reva Amrî hat nîşandan, li Elmanyayê nîqaşeke cidî di vî warî de ketibû rojevê.