Madûro mehmiza herî kêm ji 1 dolarî wê bibe 28 dolar

Serokkomarê Venezuelayê Nîcolas Madûro got mehmiza herî kêm wê 34 caran li xwe zêde bike lê negot ev ê kengî pêk were.

Madûro bi çarçoweya bernameya zindîkirina aboriyê soz da ku mehmiza herî kêm zêde bike. Madûro ku di serê wan welatan de ye bi sosyalîzmê tê rêvebirin, got, mehmiz wê îndeksî pereye dijital ê welêt ‘petro’ be. Venezuela pêşbîniya wê dike ku bi pereyên kripto kêmasiya lîkîtîdeyê çareser bike û heq ji guşarên darayî yê DYA’yê derkeve.

Li gorî Madûro 1 petro nêzî 60 dolarî dike. Madûro got mehmiza herî kêm û mehmiza malnişîniyê wê wek xwe bimîne û diyar kir, pênc sifir wê ji pereye dijital petro ku jê re ‘’bolîvar a serdest’ dibêje, were avêtin û Duşemê ev ê bikeve merîyetê.

Bi nirxê berdest ê pereye Venezuelayê bolîvar, wê ji 5.2 milyonan (di borsaya derqanûnî de ku serdestî aboriyê ye, ji 1 dolarî kêmtir e) wê biçe 180 milyonî (nêzî 28 dolaran). Di nav vê salê de ev cara pêncan e ku mehmiza herî kêm tê zêdekrin. Dihate payin ku nirxê bolîvar li gorî ÎMF’ê diviya biûya 1 milyonî lê ji ber sedema hîperenflasyonê rûxiya.

Madûro her wiha di axaftina xwe ya televizyonê de got wê dîsîplîneke jidiyayî ya bacê bîne.