Macron: Eger Malî ber bi Îslamiya tundrew ve biçe, em ê leşkerên xwe vekişînin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku piştî darbeya leşkerî ya li Malî, meylek ber bi 'Îslamiya tundrew' ve heye û hişyarî da, ku eger rewşeke bi vî rengî bibe wê leşkerên xwe vekişînin.

Fransa di operasyona bi navê Barkhaneyê de bi 5.100 leşkerên xwe piştgiriyê dide artêşa Maliyê. Li Maliyê, ji sala 2012'an ve komên cîhadîst di nava liv û tevgerê de ne. Komên ku li bakurê welêt der bûn, li nava welêt belav bûn. Ev rewş bû sedem ku li welêt krîza ewlekariyê rû bide.

Li Maliyê d inava neh mehên dawî de du caran darbeya leşkerî pêk hat. Di darbeya meha Gulanê de Serokkomar Bah Ndaw û Serokwezîr Moktar Uan ji aliyê leşkeran ve hatin girtin. Serhengê darbekar Assimi Goyta bû serokê nû yê dewletê. Fransa û Yekîtiya Ewropayê nerazîbûn nîşanî darbeyê dan.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji rojnameya Journal de Dimanche (JDD) re axivî û got, "Min ji Serokdewletê Malî Bah N'Daw re wiha got, 'Heta ku leşkerên me li wir be li Maliyê Îslamiya tundrew ti carî nayê qebûlkirin. Îro li Maliyê meyleke bi vî rengî heye. Lê belê eger ber bi wir ve biçe, ez ê vekişînim."

'EGER EM HEVKARÊ SÛC BIN, EM Ê HESAB BIDIN'

Macron di mijara biserneketina polîtîkaya pêşveçûnê ya li Efrîkayê hişyarî da û got, "Bi rengekî eşkere dibêjim, eger em li Efrîkayê hevkarê sûcê serneketinê bin, em ê hesab bidin. Lê di heman demê de bi taybetî di mijara koçê de em ê berdêlên giran bidin."