Lijneya Giştî ya KNK’ê: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Di civîna Lijneya Giştî ya KNK’ê de nûnerên partiyên siyasî û delegeyan bal kişandin ser yekîtiya gelê Kurd û diyar kirin ku divê Kurd roj berî rojekê yekîtiya xwe ava bikin.

Li bajarê Barloo yê Hollandayê Civîna Lijneya Giştîya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya 18’emîn hate lidarxistin. Di civînê de şerê li dijî Kurdan û dagirkeriya Efrîn û Kerkûkê hate nîqaşkirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku gelê Kurd ji bo aştî û diyalogê bangî dewleta Tirk dike, dewleta Tirk jî bi kuştin û girtinan bersivê dide gelê Kurd, Îran jî Kurdan  dar ve dike. Di civînê de hevkariya Enqere û Bexdayê ya ji bo referandûmê jî hate nîqaşkirin.

Piştî nirxandinên nûnerên partiyên siyasî, rêxistin û saziyan rapora xebat û çalakiyan a KNK’ê ya salekê hate xwendin.

BI AWAYÊ XEBATÊ YÊ NÛ DIVÊ XEBATÊN YEKÎTIYA NETEWEYÎ WERE KIRIN

Di raporê de ev tişt hatin diyarkirin, “Ji kongreya 17’emîn û vir ve KNK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekîtiya neteweyî xebatên girîng kiriye. Geşedanên sala borî yên li Başûrê Kurdistanê rewş dijwar kiriye. KNK’ê jî xebatên yekîtiya neteweyî di nav hin partiyên siyasî de asê kiriye. Divê KNK dev ji metoda xwe ya kevn berde û bi awayê xebatê yê nû xebatên yekîtiya neteweyî bike. Divê rêxistinên civaka sivîl û kes jî tê de hemû beşên civakê ji xwe re bike esas.

DIVÊ KÊMASÎ WERIN ÇARESERKIRIN

Di raporê de hate diyarkirin ku kêmasî ev e ku di navbera Kurdan de yekîtî pêk nehatiye û ji bo ku gelê Kurd karibe sûdê ji geşedanên Rojhilata Navîn bistîne, divê yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin.

Delegeyan piştî xwendina raporê bal kişandin ser vî tiştî ku divê KNK kêmasiyên xwe çareser bike û xebatên yekîtiya neteweyî ya Kurdan geştir bike. Civîn bi fikr û nirxandinên delegeyan didome.