'Li zindanan cara yekê ye ku di vê astê de çalakiya boykotê ya radîkal tê kirin'

Endama Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê Rozerîn Ocalan bal kişand ser çalakiya boykotê ya girtiyan û destnîşan kir ku cara yekê ye di vê astê de pêvajoyeke radîkal tê afirandin.

BERXWEDANA LI ZINDANAN

Endama Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê Rozerîn Ocalan têkildarî çalakiya boykotê ya li zindanan a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd tê lidarxistin ji ANF'ê re nirxand.

Rozerîn Ocalan diyar kir ku ev asta çalakiyê qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ye û got, "Hevalên me yên li girtîgehan cara yekê ye ku di vê astê de bi dirûşma 'Jiyana di nava şert û mercên Rêbertî de ji xwe re dikim esas' pêvajoyeke radîkal danek destpêkirin ku ev yek gelekî girîng e. Tevî zexteke giran û şert û mercên tecrîdê jî qutkirina têkiliyên bi derve re, tevlînebûna li serdanên malbatan, bikar neanîna mafê axaftina bi telefonê, neçûna dadgehê sekneke xurt e, nêzîkatiyeke şoreşger a bi îrade ye.

Tê zanîn, faşîzma AKP-MHP'ê ji sala 2014'an û vir ve ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê hemû hêz û derfetên xwe seferber kiriye. Yek ji qadên girîng ên vê pêkanînê jî zindan in. Li cihekî bi vî rengî ku faşîzm hewl dide ji her alî ve xwe lê bi rêxistin bike, ev qonaxa duyemîn a ku hevalên me dane destpêkirin bersiva herî mezin a li dijî faşîzmê ye. Ji ber vê yekê em pêvajoya duyemîn a pêngavê silav dikin ku hevalên me yên li zindanan dane destpêkirin. Em vê yekê weke biryareke di cih de û di dema xwe de ya şoreşgerî dibînin."

Rozerîn Ocalan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd di nava şert û mercên giran ên êşkence û tecrîdê de yên weke li Îmraliyê, îrade û biryardariya jiyanê nîşanî dan da û got, "Li dijî hêzên hegemon her kêliya wî bi têkoşîneke mezin derbas dibe. Hem li dijî faşîzma Tirk hem jî li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst Îmrali bûye navenda berxwedana fîîlî û îdeolojîk. Rêberê me di nava tecrîdê de jî pêşengiyê ji her qada têkoşîna me re dike. Rêbertî ji hêzên hegemon ên navneteweyî re dibêje, 'Ez ê ji bo xwe tiştekî ji we nexwazim. Hûn çi dikin bikin, li hemberî şert û mercên herî giran ez ê li ber xwe bidim, hêza îradeyî nîşan bidim. Ji bo kêliyekê jî ez ê lawaz nebim, nekevim nava qelsiyekê. Madem ku hûn dixwazin bi sîstema xwe ya êşkenceyê min bikişînin ser xeta xwe û dixwazin armanca xwe pêk bînin, ez ê jî li vê derê, li hemberî we bi feraset û mejiyê paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya jinê li ber xwe bidim'.

Li ser vê bingehê gelekî girîng e ku hevalên me yên li zindanan bi kûrbûneke xurt a li ser pêvajoya pêngavê her kêliya xwe, her roja xwe bi biryardariya li ser xeta rastiya Rêbertî derbas dikin, dixwazin Rêbertî hîn bi xurtî û rast fêhm bikin, berpirsyarî û wezîfeyên xwe yên demê bi cih bînin û pêşengiyê bikin. Ev qonaxa duyemîn divê li pêşberî rastiya Rêbertî weke helwesteke rexnedayina hevrêtiya kêm bê nirxandin. Di nava şert û mercên zindanê de ku her cûre zext û êşkence lê heye, daxwaza jiyana bi Rêbertî re ya bi 24 saetan sekneke gelekî bi rûmet û bi wate ye. Di vê sekna bi rûmet de ruhê şoreşgerî yê hevrêyên Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr û Sakîne Cansiz tê dîtin."

Rozerîn Ocalan diyar kir ku di vê pêvajoyê de çalakiya 'Nobeda Edaletê' ya dayikên girtiyan jî girîng bû û got, "Erênî bû ku berxwedana Rêbertî û hevalên li zindanan di rojevê de hiştin. Li dora çalakiya dayikan civakîbûn û hestên piştevaniyê afirîn."

Rozerîn Ocalan anî ziman ku tevî derba mezin a ku faşîzma AKP-MHP'ê xwar, her wiha bi berxwedana li Wanê re baweriya ku dikare bi berxwedanê gavê paşve biavêje her kes û hêz xurt kir û got, "Mirov dikare bibêje ku rewşa reşbînî ya şerê taybet a li nava civaka me belav kir. Li Tirkiye û Kurdistanê atmosfereke psîkolojîk û derûnî ya pêvajoyeke demokratîk afirand. Em bang li her kesî dikin ku bi vî ruhî li dora pêngavê bicivin. Her kes divê li cihê lê ye wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin, xwedî li berxwedana Rêbertî û hevalên me yên li zindanan derkevin û bi çalakiyên xwe vê yekê nîşan bidin."