Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 105’emîn de ye

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ya li ber wezareta dadê di roja 105’an de berdewam kir.

EMÎNE ŞENYAR

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, didome. Nobeta ku Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye digirin di roja 105’emîn de didome.

Emîne Şenyaşar kurê wê Ferît Şenyaşar ku hatin ber wezareta dadê carek din hevdîtin pêk neanîn.

Çapemeniya ku nobet dişopand û şêwirmendên Ferît Şenyaşar ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.