Bertekên navneteweyî yên li dijî biryara Doza Kobanê: Pêwîstî bi çalakiya lezgîn û hevgirtinê heye

Partiyên siyasî û siyasetmedaran bertek nîşanî cezayên bi sedan salan ên daraza Tirk ên di Doza Kobanê de dan û xwestin girtî bên berdan; banga çalakiya lezgîn û hevgirtinê kir.

DOZA KÛMPASÊ YÊ KOBANÊ

Partiyên siyasî, siyasetmedar û nivîskarên welatên cuda yên Ewropa û cîhanê bertek nîşanî biryarên doza kûmpasê yê Doza Kobanê de ji hêla daraza Tirk ve hatin ragihandin, dan.

Piştî peyama piştgiriyê ya Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê, peyamên ku bi rêya X’ê hatin weşandin wiha ne:

Esquerra International: Li Tirkiyeyê di navbera 9-42 salan de ceza li 24 nûnerên DEM Partiyê birîn. Em van darizandinên siyasî şermezar dikin û daxwaza beraetkirina hemû girtiyan dikin. #Doza Kobanî

Nivîskar Andres Mourenza: #Tirkiye: Cezayê girtîgehê li bi dehan rêveberên partiya alîgirê Kurdan HDP (niha DEM Partî) hatin birîn, di nav de #Demirtaş (42 sal) ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxwaza berdana wî kiribû. Doza zêdetirî sê salan berdewam kir de ji sûcên ku berê bereat kiribûn hatin cezakirin: Ji ber ku beşdarî çalakiyên şermezarkirina bêdengiya hikûmeta Tirk a li hemberî cîhadîstên ku 2014’an de bajarê Kurdên Sûriyeyê #Kobanê dorpêç kiribûn, ceza li wan birîn.

European Greens: Ji siyasetmedarên muxalîf Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re 42 û 30 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2020’an de daxwaza berdana lezgîn a Demîrtaş kiribû.

Divê hemû girtiyên siyasî yên li #Tirkiyê bên berdan!

Alîkarê Serokê Çep ê Ewropayê Nikolaj Viliumsen: Bi Selahattîn Demîrtaş û @DEMGeneralMerkezi re hevgirtin! Îro 42,5 sal cezayê girtîgehê li lîderê berê yê HDPê hat birîn. 23 endamên din ên payebilind ên DEM Partiyê jî di vê dosyaya siyasî de hatin mehkûmkirin. Ev yek tevî biryara eşkere ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bû. Divê YE’yê vê êrîşa li dijî muxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê bi eşkere şermezar bike û zextê li Erdogan bike ku erkên xwe yên li hember Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (@NewsEchr) û Konseya Ewropayê (@coe) bi cih bîne! Çalakiya lezgîn û hevgirtinê hewce ye!

Siyasetmedarê Swêdî Jonas Sjosted: Hevalê min û hempîşeyê min ê berê Selahattîn Demîrtaş zêdetirî 40 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev ceza siyasî ye û bi armanca bêdengkirina çepgir û tevgera Kurdên li Tirkiyeyê ye. Ez ê ji bo serbestberdana Selahattîn têbikoşim û em ê di rojên azad de hev bibînin.