Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê bertek nîşanî biryara Doza Kobanê da

Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê bi gotina "Li Tirkiyeyê çalakiyên li dijî DAIŞ'ê sûc tên dîtin" bertek nîşanî biryara Doza Kobanê da.

Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê-GUE/NGL bertek nîşanî 42 sal cezayê girtîgehê yê li hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ya li Fîgen Yuksekdag a ji doza Kobanê hat dayîn, da. Di parvekirina li ser hesabê fermî yê GUE/NGL'ê de wiha hat gotin, "Doza Kobanê yek ji bûyerên herî mezin ên Tirkiyeyê ye."

Daxuyanî wiha berdewam kir: "Di sala 2014'an de DAÎŞ'ê li Sûriyeyê êrîşî Kobanê kir. Çalakiyên li dijî DAIŞ'ê li Tirkiyeyê weke sûc tên dîtin." Etîketên "Kobanî rûmeta me ye" û "Hevgirtin (Solîdarîty)” jî hatin parvekirin.