BI DÎMEN

'Naskirina Hakî Karer naskirina PKK'ê ye'

Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Dersim got, "Naskirina hevalê Hakî naskirina PKK'ê ye. Fêhmkirina hevrêtiya wî ya bi Rêbertî re fêhmkirina hevrêtiya PKK'ê ye."

BÊRÎTAN DERSIM

Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Dersim bal kişand ser dilsozî û hevrêtiya Hakî Karer a bi Rêberê Gelê Kurd re û destnîşan kir ku tola hevrê ji sîstemê hate hilanîn.

Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Dersim di salvegera 48'an a şehadeta wî de Hakî Karer bi minet û rêzdariyeke mezin bi bîr anî û destnîşan kir ku şehîd hêza têkoşîn û manewî ye. Dersim got, "Hakî Karer tevî ku Tirk bû bi Rêbertî re xwedî dilsozî û hevrêtiyeke mezin bû. Weke hevalekî enternasyonal ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têkoşiya ku vê têkoşîna wî bandor li mirovan kir. Bi taybetî hevrêtiya Rêberê me û hevalê Hakî gelekî kûr bû, dilsoziya wan gelekî cuda bû. Bersiva herî mezin a ku Rêberê me da şehadeta hevalê Hakî Karer avakirina PKK'ê bû. Bi vî rengî tola hevrê ji sîstemê û kujerên faşîst hate hilanîn.

'HÊVIYEKE MEZIN A AZADIYÊ AVA BÛ'

Dersim destnîşan kir ku bi avabûna PKK'ê re di nava gelên bindest de hêviyeke mezin a azadiyê ava bû û got, "Weke jinekê dikarim bibêjim ku hêviyeke mezin a azadiyê ava bû. Jinan pêl bi pêl berê xwe dan çiyê, tevlî nava têkoşîna azadiyê bûn. Avabûna PKK'ê xwedî taybetmendiyeke enternasyonal e. Di avabûna koma destpêkê de yekîtiya têkoşînê ya ciwanên Kurd û Tirk, xwedî armanca têkoşîneke azadiyê ya gelan e. Ji destpêkê heta niha bi sedan ciwanên enternasyonalîst ji bo jiyaneke azad û wekhev a gelan têkoşiyan û şehîd bûn. Sîstem gelan li ber hev radike, ti cihêrengiyê qebûl nake, dîroka bindestan tine dike. Li hemberî vê yekê jî îdeolojiya Rêberê me bû ronahiyeke mezin ji gelên cîhanê re."

FÊHMKIRINA HEVRÊTIYA PKK'Ê

Dersim destnîşan kir ku naskirina Hakî Karer naskirina PKK'ê ye, fêhmkirina hevrêtiya wî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re fêhmkirina hevrêtiya PKK'ê ye û got, "Dijmin bi şehîdxistina hevalê Hakî re xwest pêşî li têkoşîna azadiyê bigire. Rêber Apo jî bi wêrekiyeke mezin û ji bo hilanîna tola hevalê Hakî Tevgera Azadiyê ava kir. Di nava têkoşîna me ya azadiyê ya 51 salan de bêyî cudahî di navbera ol, ziman û nijadê de bê kirin PKK ji bo gelên bindest li dijî sîstema kapîtalîst têkoşiya, veguherî hêviyek ronahî û gelan. Bîranînên hevrêyên şehîd bi taybetî jî yên hevalê Şehîd Hakî û mîrateya têkoşînê ya ku ji me re hiştin hîn zindî ne. Di nava têkoşîna me de hêza me ya herî mezin hevrêtî ye."