Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em vê biryarê nas nakin!

Hevserokên Giştî yên DEM'ê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari di danişîna biryarê ya Doza Kobanê de cezakirina siyasetmedaran şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew vê biryara ku dadgehên cûntaya leşkerî tîne bîra mirovan, nas nakin.

DOZA BIRYARÊ YA KOBANÊ

Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 siyasetmedarên ku bi hinceta di navbera 6-8ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrîşên DAÎŞ’ê yên ser Kobanê çalakiyên şermezarkirinê li dar xistine doz hatibû vekirin. Ji ber vê dozê cezayên giran li siyasetmedaran hatin birîn. Piştî biryarê Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bi beşdariya kesên doz dişopînin li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan.

BAKIRHAN: DI DEMEKE KU KUJER NAYÊN DARIZANDIN DE SIYASETMEDAR HATIN CEZAKIRIN

Bakirhan diyar kir ku îro lekeyek reş li dîroka hiqûq û daraza Tirkiyeyê hatiye xistin û got ku çete û mafyayên ku di nava rojê de li meydanên bajaran bi wesayîtan  kesan qetil kirin, hatin berdan; di pêvajoyeke ku dozên JÎTEM'ê yên ku di bîrên asîdê de Kurd qetil kirin û bi hezaran kuştinên kiryar nediyar pêk anîn, nehatin cezakrin, lê îro Kurd û siyasetmedarên şoreşger hatin cezakirin.

'RUHÊ DARIZANDINÊN DEMA DERBEYÊ DÎSA DERKET HOLÊ’

Bakirhan anî ziman ku "Em van cezayan nas nakin, vê biryarê nas nakin" û wiha dewam kir: "Selahattîn, Fîgen, kesên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hatin darizandin di dilê Kurd, Tirk, kedkar, jinan û ciwanan de bereat kirin û ew azad in. Îro ev doza ku li salona dadgehê ya Sîncanêhat dîtin, ruhê Dadgehên Îstiqlalê û ruhê darizandinên darbeyên 12'ê Îlonê û 12'ê Adarê vejandin.

'EM Ê VAN BIRYARÊN QIRÊJ VALA DERXIN’

Di vê pêvajoya ku peyamên normalîzekirinê û nermkirinê dihatin dayîn de, hewl hat dayîn ku HDP, siyaseta Kurd, şoreşger û demokrat ji qada siyasetê bên paqijkirin. Di 31’ê Adarê de Kurd û karkeran rastî bersiveke mezin dan vê bêedalet û van biryarên darazê yên di bin bandora hikûmetê tên dayîn. Yên ku vê bersivê fam nakin, xerabiyeke mezin li demokrasiya Tirkiyê û pêşeroja Tirkiyeyê kirine. Lê divê baş bizanibin ku em Kurd, kedkar, feqîr wek her carê li qadan mil bi mil li ber xwe bidin, em ê van biryarên qirêj têk bibin. Em ê teqez rojekê hevalên xwe azad bikin. Bi Selahattîn û Fîgenan re em ê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo komara demokratîk têbikoşin.

Yên vê biryarê didin divê baş bizanibin ku ew roj ne dûr in. Ez diyar dikim ku em ê têkoşîna wan rojan bi biryartir bidomînin, kesên ku di vê roja reş de ev biryar dane, lanet dikim û diyar dikim ku em biryarên wan nas nakin. Ez hevalên me yên ku îro bi me re ne, bi rêzdarî silav dikim. Em soz didin ku ev hevgirtin, ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bi awayekî berfireh bidome.”

TULAY HATÎMOGÛLLARI: EM BÛN ŞAHIDÊ KOMKUJIYA HIQÛQÊ

Piştre Tulay Hatîmogûllari axivî û diyar kir ku îro bûne şahidê komkujiya hiqûqê û diyar kir ku siyasetmedar bi sedan sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn. Tulay Hatîmogûllari got, "Çawa ku îdianame li qesr û Navenda Giştî ya MHP'ê hat nivîsandin, ev biryar jî ji hêla wan ve hat nivîsandin" û wiha domand: "Li Tirkiyeyê tiştekî bi navê darazê tune ye. Ev biryara darazê ya li Tirkiyeyê biryareke ku dadgehên cûntaya leşkerî tîne bîra mirovan e. Niha jî darbeyeke din a qanûnî û darbeyeke siyasî pêk hatiye. Hevalên me yên ku bi neheqî û bêhiqûqî hatin cezakirin, di wijdanê raya giştî ya cîhanê de bereat kirin.

‘BI VÊ BIRYARÊ NÎŞAN DAN KU EW LI KÊLEKA DAÎŞ Û FAŞÎZMÊ NE’

Çawa ku yên ku pênûsa Denîzan şikandibûn hatin lanetkirin, yên ku ev pênûs ji bo hevalên me yên li vir şikandin jî, wê bi heman awayî lenet li wan bê kirin û di nava çopên dîrokê de cihê xwe bigirin û wê neyên bibîranîn. Bi vê biryarê nîşan dan ku ew li kêleka DAIŞ’a ku  dixwest karesatên mezin bigihîne Rojhilata Navîn û dijminê gelan e, dijminê jinan e, dijminê mirovahiyê ne. Me serê sibê jî ev yek anî ziman. Me got ev biryar yan wê li kêleka gel û demokrasiyê be, yan jî li aliyê DAIŞ û faşîzmê be. Ev biryara dadgehê ya îro careke din da xuyakirin ku ew li kêleka DAİŞ’ê û faşîzmê ne. Ev biryareke vala ye. Em vê biryarê nas nakin.”

'EM Ê TI CARÎ RÊ NEDIN FAŞÎZMÊ'

Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku piştî daxuyaniyê wê bi Desteya Rêveberiya Navendî, DEM Partî û pêkhateyên HDK’ê re bicivin û encamên dadgehê binirxînin û plansaziyên nû binirxînin û wiha got: “Bila bê zanîn em ê ti carî rê nedin faşîzmê. Em vê biryara faşîzmê nas nakin. Êdî dem hatiye ku li dijî faşîzmê hê zêdetir mil bidin milê hev.”