Li Venezuellayê leşkeran û komeke çekdar şer kirin

Li Venezuellayê li ser sînorê Kolombiyayê di navbera artêş û komeke çekdar de şer çêbû.

Şaredarê Araûqûîtayê Etelîvar Torres diyar kir ku şer li eyaleta Apûreyê çêbûye. Torres ji medyaya herêmî re axivî û diyar kir ku ji balefirên Venezûellayê bombe hatiye avêtin û teqîn heta piştî nîvro domiyaye.

Serokê Dewletê Nîcolas Madûro di televîzyonê de diyar kir ku di navbera leşkeran û komeke çekdar a ji Kolombiyayê hatine, şer çêbûye.

Di navbera Venezûella û Kolombiyayê 2.200 kîlometre sînor heye. Di navbera her du welatan de têkiliyeke dîplomatîk tune. Serokkomarê Kolombiyayê diyar dike ku Madûro li ser axa xwe cih dide kesên ji ELN û FARC’ê veqetiyane. Lê hikumeta Caracas van sûcdariyan red dike.