Li Torontoyê festîvala aştî û çandê hate lidarxistin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê Festîvala Aştî û Çandê ya 16’emîn hate lidarxistin.

Festîvala Çand û Aştiyê ya Torontoyê ya 16’emîn bi coş hate pîrozkirin. Festîval li Earlscoûrt Parkê hate lidarxistin û parlementerê berê yê HDP’ê Ziya Pîr jî tevlê bû. Pîr qala têkçûna Tirkiyeyê ya di warê aborî de kir. Pîr bal kişand ser vî tiştî ku ne bi tenê Kurdên li Bakur û Tirkiyeyê, Kurdên li Efrînê û yên li her dera cîhanê dibin hedefa dewleta Tirk.

HEVGIRTINA NAVNETEWEYÎ

Ji nav hikumeta Kanadayê jî parlementer tevlî festîvalê bûn. Parlementerê Partiya Demokratîk a Nû Tom Rakocevîc û Parlementerê Partiya Lîberal Rob Olîphant jî tevlî çalakiyê bûn.

Nûnerên Civata Jinan a Gabrîela ya Navneteweyî, Komeleya Civaka Amerîkaya Latîn û Komeleya Fîlîpiniyan jî tevlî festîvalê bûn û di peyamên xwe de diyar kirin ku ew pişta Kurdan digirin.

Di çalakiyê de ji xeynî koma hunermendan, Bûrhan Berken jî derket ser dikê.