Li Taylandê lehî, herî kêm 30 kes mirin

Bîlançoya barana ku ev hefteyeke li başûrê Taylandê dibare, her ku diçe girantir dibe.

Tê texmîn kirin ku, heya niha di lehiya barana başûrê welat de, mîlyonek û 100 hezar  kes bandor bûne, herî kêm 30 kes jî jiyana xwe dest dane.

Ji ber sedema lehiyê pirên ku 300 km dikeve başûrê paytext Bangkokê hilweşiyane, rêya  tirenê ya ku diçe  paytext û herêmê jî qutbûne.

Di lehî de bi giştî 12 herêm, 360  hezar mal di bin avê de mane. Ji mîlyonek û 100 hezar kesî zêdetir jî ji cîh û warê xwe bûn. Hikûmetê ji bo welatiyên ku ziyan dîtine rizgar bikin û alîkariya xwarinê bidin wan, yekîneyên artêşê jî sewqî herêmê kirin.

Li Taylandê di meha Kanûnê de lehî çêbibû û herî kêm 35 kesî jî jiyana xwe ji dest dabû. Lehiyê herêmên ku herî zêde turîst lê diman jî xistiye.