Li Taylandê bahoza Pabûk: 30 hezar kes hatin veguhestin

Li Taylandê ji ber bahoza Pabûk a tropîkal 30 hezar kes hatin veguhestin.

Ji ber bahoza Pabûk a gihişte başûrê welat, av ketin hundirê malan û elektirîk qût bû. 30 hezar kes hatin veguhestina navenda bajar.

Li welatê ku piştî 30 salan cara yekê ye ku bahoza tropîkal pêk hat, ji ber baya zêde pêlên avê 3 heta 5 metre bilind bûn.

Ji roja Pênçşemê û vir ve 4 kes mirn, kesek jî winda bûye. Roja Şemiyê hêza bahoza Pabûkê her çendî kêm ji bûbe, ber bi behra Andaman a li navendên tûrîstî ên Krabî û Phûketê ve diçe, ji Taylandê dûr ket.