Li Sîbîryayê cesedê çêlikekî şêr ê 28 hezar salî hate dîtin

Li herêma Sîbîrya ya Rûsyayê li nêzî çemê Semyûelyakhê cesedê çêlikê şêrekî yê 28 hezar salî hate dîtin. Zanyaran diyar kirin ku organên çêlikê şêr hînê zerar nedîtine.

Li gorî nûçeyan li kovara zanistiyê Qûaternaryê hate weşandin, cesedê çêlikekî şêr hate dîtin ku qeşa girtî ye. Di nûçeyê de hate ragihandin ku cesedê çêlikê şêr 28 hezar salî ye, kurkê wî hîn ê saxlem e û zerar li organên wî yên navxweyî nehatiye.

Zanyarên Rûs ji kovarê re ragihandin ku wan karîbûn cesedê çêlikê şêr ê 28 hezar salî lêkolîn bikin. Cesedê çêlikê şêr li nêzî çemê Semyûelyakhê yê li Sîbîryayê ji aliyê kesekî ji şêniyên herêmê ve hate dîtin.

Sky Newsê jî diyar kir ku heywan li binê axa qeşagirtî ya li herêmê bi dehan hezar salî hatiye parastin, lê bi germahiya avhewayê re piştî ku mirovan xwe gihandine herêmê ew dîtine.

Ji nivîskarên lêkolînê Valery Plotnîkov got, "Ev vedîtin gelekî taybet e. Heta niha li herêma Yakûtî vedîtineke wiha nebû."

Di encama lêkolînê de bermahiyên şîr ên ku çêlikê şêr ji dayika xwe mêtibû hate dîtin. Zanyar bi lêkolînkirina vî şîrî dixwazin ku li ser şêweyê xwe xwedîkirinê yê heywanên wê demê nêrînekê bi dest bixin.

Sala 2017'an jî çêlikekî şêr li heman herêmê hatibû dîtin ku dihate texmînkirin ku 43 hezar salî ye.