Li Saratov û Krasnadorê protestoya Şengalê

Suîkasta ku dewleta Tirk 15’ê Tebaxê li Şengalê kirî li Saratov û Krasnador a federasyona Rûsyayê hate protestokirin.

Kurdên li navçeya Dergaçî ya herêma Saratov a Rûsyayê dijîn êrîşên li ser Şenngalê bi mîtîngekê li navenda navçeyê şermezar kirin.

Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar li mîtîngê axivî û got dijminên Kurd ji Dersimê ta bi Şengalê li çar parçeyên Kurdistanê êrîşê tînin ser Kurdan.

Cotkar got gelê Kurd li kûdera dinyayê bin wê li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin û  bi berdewamî diyar kir ev êrîşa 15’ê Tebaxê bi hevkarên xwecih re plana wê hatiye danîn.

Cotkar got ev êrîş bi hevkariya hêzên navnetewî, hêzên herêmê û hevkar-îxanetkaran hatiye kirin û armanc jî ew e ku tevgera azadiya Kurd bê pêşeng û bê lîder bihêlin.

Li mîtîngê Serokê Otonomiya Kurd a herêma Saratov Yaqûb Xamîdov û endamê Meclîsa Kurd a Dergaçî Îsmaîl Yusubov axivî.

Xamîdov di axaftinan xwe de got dewleta  Tirk a faşîst û çeteyên wê êrîş ne tenê dibine ser Kurdan lê dibine ser hemû gel, kêmar û dînên li Rojhilata Navîn. Xadîmov got dewleta Tirk a faşîst dixwaze kaosa li Rojhilata Navîn domdar be û aştiyê asteng bike.

Xamîdov bang li hemû Kurdên cîhanê û Êzîdiyan kir ku dengê xwe bilind bikin.

Yusobov jî got êrîş di salvegera 15’ê Tebaxê de hatiye kirin û hesabê êrîşê teqez rojekê wê were pirsin.

Çalakiyeke dî ya protestoyê li komara xweser a Adîgeyê ya herêma Krasnodarê çêbû. Daxuyaniya çapemeniyê li Meclîsa Kurd a Agrî çêbû û bêdengiya civaka navnetewî ya li bara êrîşê hate şermezarkirin.

Endamê KNK’ê Feyzoyê Huseyîn li ser navê Kurdên Adîgeyê axivî û got, dewleta Tirk wê tiştekî bi ser nexe. Huseyîn got, suîkast, ‘bi xeta îxanetê ya Kurd’ hatiye kirin û divê ev neye ji bîrkirin.

Huseyîn got lê ti kes wê nikaribe bi van êrîşan Kurdan bişkîne û bal kişande ser rola PDK’ê ya di suîkastê de. Huseyîn got polîtîkaya PDK’ê ti xizmetê ji Kurdan re nake, berovajî sûdê li dijminên Kurdan dike. Huseyîn got Kurd wê vê ji bîr nekin û hesabê vê bipirsin.