BI DÎMEN

Li Saarbruckenê mîtîng: Rêber Apo xeta me ya sor e

Kurd û dostên wan ên li Saarbruckenê Nobeda Azadiyê silav kirin ku li Strasbourgê 12 sal li pey xwe hişt û gotin, "Rêber Apo xeta me ya sor e."

NOBEDA AZADIYÊ KETA SALA 13'AN

Ji bo silavkirina salvegera 12'an a çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasbourgê tê lidarxistin û ji bo saziyên navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê axaftin li ser armanca çalakiyê hate kirin. Di axaftinê de hate gotin, "Çalakiya herî demdirêj û bi biryar a cîhanê 12 sal li pey xwe hişt. Kurdistanî û dostên wan li bajarê Strasbourg ê Fransayê ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê lê ye 12 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe çalakiyê dikin. Rêber Apo ji bo me xeta sor e. Heta niha Rêber Apo jiyan da me. Niha jî wezîfeya me ye ku em azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin."

Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Dîktator Erdogan" bi dawî bû. Komele faşîst ên Tirk bi gotinan êrişî girseya gel kir, lewma ji bo demeke kurt rewşeke aloz rû da.