YRK’ê nasnameya gerîlayên li Balûse şehîd bûbûn eşkere kirin

YRK’ê nasnameya 7 gerîlayên ku di êrîşa esmanî ya SÎHA’yên Tirk a 7’ê Tebaxê ya li Balûse de şehîd bûbûn eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Rizgariya Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameya 7 gerîlayên ku di êrîşa Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) a dewleta Tirk a 7’ê Tebaxê ya li ser Balûse ya girêdayî Şarbajêr a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

YRK’ê li ser mijarê ev agahî da:

“Di 7’ê Tebaxê de encama êrîşên balafirên şer ên bêmirov û biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk a dagirker a li herêma çiyayê Balûse de komek a hevalên me ku ji 7 kesan pêk dihat û 2 welatparêz şehîd bûbûn.

Dijminê gelê Kurd xwedî dîrokeke dirêj a qirkirin û dagirkirinê ya li ser gelê Kurd heye. Ji bo vê jî pêk bîne her carê êrîşên xwe bi her rengî pêk anîne. Êrîşa ku li Çiyayê Balûse pêk hat jî nîşana vê yekê ye, dijminê Kurd li kû dibe bila bibe hebûna Kurdê Azad qebûl nake û weke metirsiyekê ji bo desthilata xwe dibîne. Bila dijmin baş bizanin ku li ser hizir û felsefeya Rêber Apo ruhekî netewî hatiye avakirin, ne êrîş û ne jî xiyaneta hevkaran wê nikaribe wî ruhî û yekîtiya nava gelê Kurd nikare lewaz bike. Her diçe ev ruh geş û belav dibe. Şehîdbûna van hevalên her yekê ji parçeyek Kurdistan dide nîşandan ku gelê Kurd li kû dibe bila bibe bi yek netew û ji bo yekîtiya gelê Kurd têkoşîn dike. Di vê êrîşê de 6 hevalên jin jî carekî din diyar dike ku pêşengayetiya tevgera azadî jina azad dike, dîsa xeta Apoyî xeta jina azad e. Bi teqez wê ev xeta azadiya gelê Kurd mîsoger bike.

Em YRK di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe hemû gelê welatparêz re dixwazin. Em soz didin em ê li ser şop û xeyalên şehîdan bimeşin. Banga me ji bo hemû gelê Kurd û bi taybet Rojhilatê Kurdistanê dikin ku xwedî li malbatên şehîdan derkevin, malbatên şehîdan bi tenê nehêlin. Her wiha bang li ciwanan dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin, çek û tola şehîdan li erdê nehêlin.”

NASNAMEYA GERÎLAYÊN ŞEHÎD

Nasanameya gerîlayên şehîd bûne wihan e:

Nasnav: Ozgur Kurdistan

Nav û Paşnav: Songul Dîlman

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Xarzan- 2015

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Balûse-Asos/ 7’êTebaxa 2020

***

Nasnav: Bêrîvan Taqedar

Nav û Paşnav: Arzû Muhemedî

Cih û Dîroka Tevlîbûn: Sine- 2017

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Balûse-Asos/ 7’êTebaxa 2020

***

Nasnav: Rojbîn Gulnaz

Nav û Paşnav: Dozgun Omer

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Kobanê- 2015

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Balûse-Asos/ 7’êTebaxa 2020

***

Nasnav: Şîlan Şahoz

Nav û Paşnav Esrîn Xelîl

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Serêkanî 2015

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Balûse-Asos/ 7’êTebaxa 2020

***

Nasnav: Vejîn Doxan Kurdistan

Nav û Paşnav: Dîlan Mehmûd

Dîroka Tevlîbûnê: Qamişlo-2017

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Balûse-Asos/ 7’êTebaxa 2020

***

Nasnav: Rêzan Kurdistan

Nav û Paşnav:Ferhat Xidirlekî

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Sine- 2015

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Balûse-Asos/ 7’êTebaxa 2020

***

Nasnav: Eylem Cûdî

Nav û Paşnav Medîne Şêxo

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Koban-2018

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Balûse-Asos/ 7’êTebaxa 2020