Nobeta ‘rêzgirtina ji vînê re’ dewam dike

Koma sêyemîn a Wanê Nobeta “rêzgirtina ji vînê re” ya li Colemêrgê berdewam dike, dewr girt. Roja 5’an a çalakiyê bi awazên Kurdî yên komê bi coş dewam kir.

Çalakiya nobetê ya ku li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li ser biryara Wezareta Karên Hundir , di 25’ê Hezîranê de bi dirûşma “Rêzgirtina ji vînê re” hatibû destpêkirin dewam dike. Koma sêyemîn a ji navçeyên navendî yên Wanê hatin, roja 5’yemîn a çalakiyê domandin.  

Çalakiya nobetê bi serdan û bi awazên Kurdî yên komê bi coş dewam kir.

Ciwan û jin serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrg”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” hatin berzkirin.