BI DÎMEN

Li bajarên Îtalyayê çalakiyên piştevaniyê bi Kurdistanê re

Li bajarên Mantova, Parma û Reggîo Emîlîa yên Îtalyayê di çalakiyên piştevaniyê yên bi Kurdistanê re êrîşkariya dewleta Tirk a li dijî Kurdan û berxwedana li Kurdistanê hat axaftin.

Li bajarên Mantova, Parma û Reggîo Emîlîa yên Îtalyayê bi pêşengiya Rete Kurdistan Îtalîa (Tora piştevaniyê bi Kurdistanê re) çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Çalakiyên ku bi dehan Îtalyanî eleqeyekî mezin nîşan da, heta saetên derengî dewam kir.

Rojnamevan Mûrat Çinar jî tevlî çalakiyê bû û li ser mêtînkariya dewleta Tirk û berxwedana li Kurdistanê axivî.

Çalakiya li Parma jî bi tevlîbûna nivîskara pirtûka Ronahiya Şengalê (La Luce Şengal) Sara Lucaronî û ji berdevkên Rete Kurdistan Îtalîa Serkan Xozatli hat lidarxistin Xozatli anî ziman ku hewldana qirkirinê ji aliyê Tirkiyeyê ve li ser tevahiya gelê Kurdistanê tê ferzkirin û banga piştevaniyê kir.

Rojanamevan û Lêkolîner Alessîa Manzînî û Francesca ku di Koordînasyona Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digire, bi rêya telefonê tevlî çalakiya li bajarê Reggîo Emîlîa bûn û li ser rewşa giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandineke berfireh kir.

Piştî civînê çalakî bi xwarina piştevaniyê û stranên Kurdî yên hunermendê Kurd Aştî heta saetên deren dewam kir.