ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Zeynep Kinaci (Zîlan) wê di salvegera şehadeta xwe de li gelek bajaran bê bîranîn.

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Rûken Zêrîn şehîd Zîlan bi bîr anî û got, "Zîlan li dijî konsepta îmha û înkarê, li dijî komplo û şerê qirkirinê bersiva herî mezin e."

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê bêne şopandin.

Viyan Tekçe ku wezîfeya wê ya Hevşaredariya Colemêrgê bi darbeya qeyûm hate desteserkirin got, "Di şexsê min de mafê hilbijartinê yên jinan hate desteserkirin. Vê qebûl nakim. Em ê heta dawiyê xwedî li mafê xwe yê hilbijartinê derkevin."

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş anî ziman ku şewat xemsariyeke ji rêzê nîne, lê polîtîkayeke bi zanebûn e û diyar kir, li cihê ku zerar li gel bû, rayedaran hewl dan berpirsyariya xwe veşêrin.

Hevserokê Şaxê Amedê yê SES'ê Mehmet Nûrî Ûlûs ragihand ku ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatdariya AKP'ê sektora tenduristiyê têk çûye û anî ziman, xizmetên tenduristiyê ji gel re nayên kirin.