BI DÎMEN

Li Parîsê meşa ‘Dawî li tecrîda Îmraliyê bînin, ji Rêber Apo re azadî’

Kurdistaniyên li Parîsê ji bo protestokirina pergala qirkirinê ya Îmraliyê û bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

ÇALAKIIYA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Li banliyo Vîllîers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê bi şîara ‘Dawî li tecrîda Îmraliyê bînin, ji Rêber Apo re azadî’ meş hat lidarxistin.

 

Kurdistaniyên ku bi organîzasyona meclîsên gel a Vîllîers-le-Bel li hev civiyan, pergal tecrîd, êşkence û qirkirinê ya dewleta Tirk a faşîst li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û azadiya wî xwestin.

Meşa ku di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de hat lidarxistin, li stasyona Vîllîers-le-Bel destpê kir û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi dawî bû.

Di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Dawî li tecrîdê bînin, ji Rêber Apo re Azadî” berz kirin. Bi dowîz û danezanên ku têkîldarî tecrîdê hatibûn amadekirin, raya giştî ya Fransî hate agahdarkirin û bang li Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê hat kirin ku li dijî tecrîdê helwest nîşan bide û bikeve nava tevgerê.

Meş li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi dawî bû û mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de di şexsê şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ku di sala 1996’an de li Dersimê bi çalakiya fedayî ya li dijî artêşa Tirk di Tevgera Azadiyê ya Kurd de deriyê serdemeke nû vekir, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê deqeyek rêz hat girtin.

Di mitîngê de li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Vîllîers-le-Bel daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Weke tê zanîn 40 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Weke ku em her tim dibêjin, ger rêberê gelekî dîlgirtî be, ew gel jî dîlgirtî ye. Ji ber ku Rêber Apo hêviya me ya azadiyê ye. Heta ku Rêberê me azad bibe, CPT dengê me bibihîze, em ê dengê xwe bilindttir bikin û li qadan bin. Li Kurdistanê du xet hene. Berxwedan û xiyanet. Rêber Apo nûnerê berxwedanê ye. Divê em jî xurttir xwedî li vê berxwedanê derbikevin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.