Li Mûglayê êrîşî karkerên Kurd kirin

Li navçeya Seydîkemerê komek ji 20 kesan pêk dihat bi hinceta “rê nedane” êrîşî karkerên Kurd kirin. Abdulhalîm Yavûz ê ku birîndar bû, got: “Ji ber ku em Kurd in êrîşî me kirin. Ew dixwazin em ji vir biçin.”

ÊRÎŞÎ MALBATA JI MÊRDÎNÊ KIRIN

Malbata ji Mêrdînê ya ku li taxa Kûmlûova ya navçeya Seydîkemer a Mûglayê di karê serayê dixebitin rastî êrîşa komeke 20 kesî hat.  

Abdulhalîm Yavûz ê ku rastî êrîşê hat, diyar kir ku di 28’ê Hezîranê de derdora seat 18.00’an de dema ku biraziyê wî Resûl Yavûz ji kar derdiket û komekê rê xwestiye, nîqaş derketiye. Yavuz wiha got: “Biraziyê min, rê li qiraxa zinarê ye, êdî nikaribû rê bida. Wî got ku eger ew bêtir biçe, ew ê ji zinar bikeve. Di niqaşê de kesekî gef lê xwar û bi telefonê li kesekî geriya. Komek din a ji 15 kesan pêk dihat ku di nav wan de muxtarê taxa Kûmlûovayê jî hebû, hatin.”

'DI DESTÊ WAN KÊR, SATOR Û DAR HEBÛN'

Yavûz da zanîn ku piştre bi birayê xwe re çûye cihê ku nîqaş lê derketiye û wiha got: “Dema em çûn biraziyê min di nava xwînê de rûniştibû. Bi sator, kêr û dar di destên wan de li bendê bûn. Dema me pirsî ka çima çi kirine, dest bi êrîşê kirin. Ji ber ku em Kurd in dixwazin me ji vir bişînin. Di dema nîqaşan de timî digotin em wenaxwazin, lanet û heqaret li me dikirin.”

‘CENDIRME PIR BI REHETÎ TEVDIGERIYAN’

Yavûz anî ziman ku bi lêdanê wan birinber qeraxa avê û wiha domand: “Piştî 15-20 deqeyan ekîbên cendirme û tenduristiyê hatin. Pir rehet tevdigeriyan. Me birin nexweşxaneyê. Li her derê birîn hebûn. Me rapor ji nexweşxaneyê xwest, gotin wê raporê bidin cendirmeyan. Me giliyê wan kir.”