BI DÎMEN

HPG: Bi balafiran 16 çalakî hatin lidarxistin

Yekîneya Şehîd Dogan Zinar di navbera 6 - 25’ê Hezîranê de bi balafiran 16 caran li baregehên artêşa Tirk ên li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl xistin; 6 dagirker hatin cezakirin, gelek çeper û kon hatin îmhakirin.

ÇALAKIYÊN HEWAYÎ

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser bingehê gerîlatiya modernîteya demokratîk, xwe jinûve ava dike û di qonaxa ku têkoşîna me ya çekdarî ya 40 salî gihiştiyê de ji bo kûrbûna taktîkê û hakimiyeta li ser teknîkê asteke girîng bi dest xistiye. Hêzên me yên gerîla bi tarzê şer ê tîmên pispor, li ser rûerd û binerd bi rengekî serketî berxwedanê raber dike û bi pêşketinên taktîkî ev berxwedan gihandiye asîmanên Kurdistanê jî. Gerîlayên me yên azadiyê, ji xeynî xistina balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a mêtinger û qirker, gihiştiye wê qabîliyetê ku ji hewayî ve jî derbe li artêşa Tirk a dagirker bixe.

Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ku navê xwe ji Komîteya Avakirina Jinûve ya PKK’ê, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û Fermandarê Qada Navîn û Fermandarê Fedayî yê Nemir şehîd Dogan Zinar digire, di meha fedayiyan a Hezîranê de pêşveçûneke girîng pêk aniye.

Li ser vî bingehî di navbera 6 – 25’ê Hezîranê de Yekîneya Şehîd Dogan Zinar derbe li baregehên Artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl xistiye. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê, baregehên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran û baregehên li Girê Amediyê jî 13 caran, bi giştî 16 caran hatine hedefgirtin û derbe lê hatine xistin. Di encama van çalakiyan de li gorî agahiyên hatine zelalkirin; herî kêm 6 dagirker hatine cezakirin, gelek çeper û kon hatin îmhakirin û baregehên dagirkeran di rêjeyeke girîng de texrîb bûne.”