Salvegera damezrandina KNK’ê li Berlînê hat pîrozkirin

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, bi bîr xist ku KNK ji bo di çarçoveya stratejiya neteweyî de yekitiyê pêk bîne hatiye avakirin û ji bo tifaqê bang li hemû rêxistinên ku destê wan di xwina Şervanên Azadiyê de nîne, kir.

25’EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA KNK’Ê

Li bajarê Berlîn ê Elmanyayê bi wesîleya 25’emîn salvegera Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) resepsiyonek hat lidarxistin. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, nûnerên partiyên siyasî yên Elmanyayê û nûnerên saziyên Kurd tevlî resepsîyonê bûn.

Ahmet Karamûs di resepsîyonê de axivî û wiha got: “Em 25’emîn salvegera KNK’ê pîroz dikin. Em ji bo vê kêfxweş in. KNK bi mîsyona pêkanîna tifaq û yekîtiya Kurdan ku xeyala Ehmedê Xanî ye, hat avakirin. Ehmedê Xanî pir dixwest yekîtî û tifaqa Kurdan çêbibe û bi hev re bitevgerin. KNK ku ev hêvî û xeyala wî kir misyona xwe, di sala 1992’an de hat avakirin.”

‘KURD WÊ HER TIM LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎNKARÊ LI BER XWE BIDIN’

Karamûs anî ziman ku îrade û israra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di damezrandin û sazîbûna KNK’ê de ji bo Kurdan marhaleye dîrokî ya girîng e û wiha berdewam kir: “Ez li ser navê KNK û gelê Kurd spasiya birêz Abdullah Ocalan dikim. Damezrandina KNK’ê bi fikr, hizr û teşwîqkirina wî çêbû. Kurdistan di navbera çar dewletên mêtînkar de hatibû parvekirin. Destpêk û binsaziya vê pêvajoya dagirkeriyê bi Peymana Lozanê ku di sala 1924’an de hat îmzekirin, pêk hat. Lê gelê Kurd tu carî Peymana Lozanê û encamên wê qebûl nekir. Gelê Kurd 100 sal in li dijî vê derketiye û bi vînekî mezin vê red kiriye. Li ber xwe daye û têkoşiyaye. Gelê Kurd sed sal in li dijî vê şer dike. Gelê Kurd 100 sal in ji bo parastina ziman, çand, nasname û azadiya xwe û berdewamkirina hebûna xwe li ber xwe dide. Ger pêwîst bike wê 100 salên din jî li ber xwe bide.”

BANGA JI BO PARTÎ Û RÊXISTINÊN KURD

Karamûs soz da ku wê li hemû parçeyan tifqyên di berjewendiyên gelê Kurd de bên çêkirin û ew ê ji bo pêkanîna yekîtiyê zêdetir têbikoşin û ev bang li partiyên Kurd kir: “Em bang li hemû partî û rêxistinên siyasî dikin ku destê wan di xwîna şervanên Kurd de nebe, di bin banê tîfaqê de bibin yek. Tifaqa me ji bo hemû saziyên Kurdan ên bi dijmin re hevkariyê nakin re vekiriye."

Piştî axaftina Karamûs sînevîzyona li ser damezrandin û xebata KNK’ê hate pêşandan. Piştre Serokê Weqfa Rosa Luxemburg Prof. Dr. Heînz Bîerbaum axivî.

Piştre bi wesîleta salvegera damezrandinê xwarin ji bo beşdaran hat dayîn û muzîk lê da.