Li Rûsyayê Newroza destpêkê li Kirimê hate pîrozkirin

Li Kirimê bi şahiyekê cejna Newrozê hate pîrozkirin. Mehmet Eziz di şahiyê de axivî û got, “Newroz li ba Kurdan sembola berxwedan û serketinê ye. Em li dijî polîtîkayên tinekirinê, bi giyana Newrozê têbikoşin.”

Li bajarê Cankoy ê Komara Kirimê ya bi ser Federasyona Rûsyayê, Kurd û dostên xwe bi şahiyekê Newroz pîroz kirin. Tevahiya sazî û rêxistinên Kurdan û nûnerên wan tevlî pîrozbahiymê bûn.

Li salona ku pîrozbahî lê hatî kirin bi wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hate xemilandin û ji bo şehîdên şoreşê merasîma rêzgirtinê pêk hat û piştî wê şahî û pîrozbahiyan destpê kir.

Hevserokê Otonomiya Çand û Neteweyî ya Kurd a Cankoyê Mehmet Ezîz û Mariya Ferhat cejna beşdarvanan pîroz kirin.

Ezîz, got “Ji bo me Kurdan Newroz, xwedî wateyeke cuda ye; berxwedan û serîrakirina li dijî zilm û zor û serdestiyê ye. Lewre em jî têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û Rêbertiya xwe azad bikin, Kurdistana xwe ji bin nîrê dagirkeriyê rizgar bikin. Ez li ser navê hemû Kurdên li Kirimê dijîn, berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikim û dibêjim ku em bi wan re ne.”

Piştî Ezîz, Mariya Ferhat jî axivî, bal kişand ser têkoşîna jina Kurd û got, “Têkoşîna jina Kurd îlham dide hemû jinên cîhanê. Newroz bi rengê jinê, ji bo me watedartir dibe. Em jin, dixwazin Newrozê bi Rêbertiya xwe re li ser xaka xwe yê azad pîroz bikin. Lewre ez jî di kesayetiya hevrê Leyla Guven de berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikim. Ji bo ev berxwedan zûtir bigihije serkeftinê, divê gelê Kurd li her derê têkoşînê bilindtir bike.”

Piştî hevserokan nûnerên saziyan jî axivîn û wate û girîngiya Newrozê nirxandinû cejn pîroz kirin. Şahî piştî axaftinan bi stran û govendê dewam kir.

Hunermend Hozan Sîmar, Berfîn Mamedova, Ersîn, Koma Sê Bira, Beko û Kamran lezgiyev derketin ser dikê bi stranên xwe gel coşandin.