Li Rûsyayê hilbijartina bêyî muxalefetê

Li Rûsyayê ji bo hilbijartina giştî deng hatin dayin. Hate qedexekirin ku fîgûrên sereke yên muxalîf tevlî hilbijartinê bibin.

Hilbijratina giştî hi 17'ê Îlonê heta bi 19'ê Îlonê wê bidome. Bi vî rengî armanc ew e ku rîska berbelavbûna koronayê were kêmkirin.

108 milyon kes wê biçin ser sindoqê. Li qanadê jêr ê palamentoyê Dumayê 450 kursî werin nûkirin.

Bûroyên pêşî yên dengdanê li herêma Rojhilatê Dûr werin danîn. Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn beriya hilbijartinê bi çend saetan daxuyanî da banga, ''berpirsyariyê û welatparêziyê'' li Rûsan kir.

Di nav van sê rojan de wê hilbijartinên xwecih û giştî çêbibin Tê payin encamên peşî yên hilbijrtinê êvara yekşemê were aşkerekirin.

Di hilbijartinan de di serî de Aleksey Navalny fîgûrên sereke yên muxalîf hatin qedexekirin. Navalny piştî ku hatibû jehrdan ji Elmanyayê ya ku tedawî dibû dema ku meha Çile vegeriyabû Moskowê hatibû girtin. Hemû tevgera bi pêşengiya Navalny bi sûcdariya ''radîkal''iyê hatibû qedexekirin. Gelek muxalîfên sereke yan hatin sirgûnkirin an jî kirin girtîgeha navmalê û endamtiya wan hate qedexekirin.

Navalny ji girtîgehê bang li hilbijêran kir ku 'biaqilî' dengan bikin. Xwest ku dengan bidin namzetên komunîst ku zorê li partiya desthilatê Rûsyaya Yekbûyî bikin.