Li peravên Tûnûsê cenazeyê 21 koçberan hate dîtin

Li peravên bajarê Sfaksê yê Tûnûsê cenazeyê 21 koçberên ji Efrîkayê ji avê hate derxistin. Hate diyarkirin 50 koçber jî hatine rizgarkirin.

Li gorî rayedarên herêmî piştî ku di 4’ê Tîrmehê de keştî noq bû, di lêgerînan de cenazeyê 21 koçberan hate dîtin. Rayedaran diyar kirin ku 50 kes jî hatine rizgarkirin. Hate diyarkirin ev koçber ji herêma Jêra Sahrayê ya Efrîkayê ne.

Ji 26’ê Hezîranê û heta niha çar keştiyên ji Sfaksê bi rê ketin, noq bûn. 78 koçber hatin rizgarkirin, cenazeyê 49 koçberan jî ji avê hate derxistin.

Di 3’ê Tîrmehê de keştiyeke ku 127 koçber tê de bûn ji Lîbyayê bi rê ket û li nêzî bajarê Zarzîsê yê başûrê Tûnûsê noq bû. Li gorî Heyva Sor a Tûnûsê 84 koçber hatin rizgarkirin û 43 koçber jî di avê de winda bûn.