Li peravên Lîbyayê 60 kes jiyana xwe ji dest dan

Li peravên Lîbyayê di encama noqîbûna keştiya koçberan hildigirt de, 60 koçber di avê de windabûn.

Rêxistina civaka sivîl a bi navê Alarm Phone ya ku bangên demên zehmet ên ji aliyê koçberan ve tê kirin, qebûl dike diyar kir ku li peravên Lîbyayê agir bi motora keştiyê ket, nêzî 60 koçber winda bûn.

Hate zanîn ku ev drama di navbera şevên 14-18’ê Adarê de pêk hatiye. Her wiha diyar bû ku nêzî 100 kes di keştiyê de bû.

Li gorî zanînên kesên rizgarbûyîn dayî, di keştiyê de koçberên ji Sudanê, Senegallê, Sûriyê, Pakistanê, Fas û Misrê hebû. Hate ragihandin, nêzî 45 kes ji aliyê masîvanên Lîbyayî ve hatine rizgarkirin.

Koçberên ku dixwestin ji Efrîqayê biçin Ewropayê piranî ji Tunus û Lîbyayê tevger dikirin. Ji ber ku peravên herî nêz peravên Îtalyayê ye, ji bo wê jî dixwestin bi ser Îtalyayê re biçin welatên din yên Ewropayê.

Li gorî Rêxistina Koçberan a Navnetewî di sala 2020’an de li Derya Spî nêzî 1.200 koçber jiyana xwe ji dest dane.