Li Pasîfîkê volkan teqiya, giraveke nû çêbû

Li başûrê paytexta Japonya Tokyoyê, li binê deryayê volkan teqiya. Ji ber vê yekê jî giraveke nû çêbû.

Li qadeke deryayê ya bi 1200 kîlometreyî li başûrê paytexta Japonya Tokyoyê ye, volkan teqiya û di encamê de giraveke nû çêbû. Girav yekemcar 15'ê Tebaxe ji aliyê helîkopterekê ve hate dîtin ku liv û tevgera volkanê dişopand.

Girava nû bi 50 kîlometreyî dûrî girava Mînamî Loto ye. Girava bi kîlometreyekê berfireh e. Zanyaran heta niha li ser avaniya giravê daxuyaniyek nedane. Ji ber avaniya xwe dibe ku rojên bê girav ji holê rabe.

Hate ragihandin ku temenê giravê li gorî avaniya giravê ye. Eger ji xwelî û parçeyên tehtê pêk tê, ji ber pêlên deryayê dikare di demeke kurt de ji holê rabe. Ji ber ihtimala tunebûna giravê heta niha navek lê nehatiye kirin.

Lê belê ji ber ku liv û tevgera volkanê dewam dike û lav timî diherike, dibe ku avahiya giravê xurtir bibe.