Li Nîjeryayê çeteyan 136 zarok revandin
Li eyaleta Nîjerê ya li navenda Nîjeryayê, çekdaran avêtin ser dibistaneke taybet a Misilman û gelek kes revandin.
Li eyaleta Nîjerê ya li navenda Nîjeryayê, çekdaran avêtin ser dibistaneke taybet a Misilman û gelek kes revandin.
Hikumeta Eyaleta Nîjerê li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku êriş roja Yekşemê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li bajarê Tegînayê, eşqiyayan avêtin ser dibistana Misilman a Salîhû Tanko û 136 xwendekar revandin."
Li gorî rayedarên xwecihî, di dema êrişê de derdora 200 zarok li dibistanê bûn. Gelek ji wan zarokan reviyan.
Serokkomarê Nîjeryayê Mûhammadû Bûharî roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku wî ferman daye hêzên ewlekariyê û servîsên îstîxbaratê ku karên xwe yên ji bo rizgarkirina zarokan zêde bikin.
Çeteyên çekdar li navend û bakur rojavayê welêt gundan dişewitînin, heywanan didizin û mirovan jî ji bo fîdyeyê bi rengekî girseyî direvînin. Bi vî rengî gel terorîze dikin.
Ji Kanûna 2020'î û vir ve zêdeyî 730 zarok hatin revandin.
Bi taybetî di dawiya meha Sibatê de 279 zarokên temenê wan di navbera 12 û 16 salî de ne li eyaleta Zamfara ya li bakurrojavayê welêt hatin revandin û piştî pênc rojan hatin berdan.
Meha Kanûnê li pansiyonekê 344 zarok hatibûn revandin û di encama danûstandinan de di nava hefteyekê de hatibûn berdan.