Li Nîjerya avêtin ser dibistanê: Dîsa zarok revandin

Li dibistaneke dikeve bakurê navenda bajar, gelek zarok hatin revandin.

Li dibistana bi navê Salihû Tanko ya Qûranê ku dikeve navenda bajarê Nîjeryayê, gelek xwendekar hatin revandin.

Ji Kanûn 2020’ê û vir ve hejmara xwendekarên hatine revandin gihiştiye 730’î. Zarokên tên revandin piştre ji malbatan fîdye dixwazin.

Rayedaran ragihand ku zarok li gel rêwiyên otobusekê ve hatine revandin.

Li gorî daxuyaniya hate kirin, yên zarok revandin, zarokên biçûk û nekarin bi rê ve biçin berdan e, revandina zarokan a demê dawî ya li welat jî şermezar kirin.

Ji berdevkê çapemeniya polîsan Wasîû Abîodûn diyar kir ku êrîşkar bi motorsiklêtan hatine, berî ku zarokan birevînin gule li derdor reşandine, kesek kuştin, kesek birîndar kirin.

Rayedareke dibistana Salihû Tanko jî anî ziman dema êrîş pêk hat, li dibistanê 200 zarok hebûn, lê nekarîn beşek mezin a zarokan birevînin.

Heman rayedarî da xuyakirin ku derdîrî 100 zarok revandin lê piştre yên temenê wan navbera 4-12 berdan.

Li Nîjeryayê di mehên dawî de hejmara zarokên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin gihişte 730’î.