Li nîjadperestê kujerê Charlestonê cezayê îdamê hat birîn

Dylann Roof ê li bajarê Charleston ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) 9 Reşik di dêrekê de kuşt, bi cezayê îdamê hat cezakirin.

Êrîşkar Roof, ku li bajarê Charleston ê li eyaleta Karolîna Başûr roja 17'ê Hezîrana 2015'an êrîşî dêrekê kir, tevî oldarekî Reşik 9 kes kuştibû.

Doz li dadgeha federal hat dîtin û hikum hat dayîn ku kujerê nîjadperest bi derziya bi jehr were îdamkirin.

Di dîroka DYA de cara yekê ye dadgeha federal, kesekî ji ber sûcê nefretê bi îdamê ceza dike.

Derketibû holê, ku Dylann Roof beriya komkujiyê, gotinên nîjadperestî yên li dijî Reşikan li ser înternetê parve kiribû û dabû xuyakirin, ku ew dixwaze Reşikên Amerîkî bikuje.